Dayika ku kurê wê bû qûrbanê kana komirê: Ev ne qeza ye, ev cînayet e 2021-01-13 11:25:46   ŞIRNEX – Dayika Îbrahîm Aşkin ê karkerê madenê li Silopiya di bin kana komirê de ma û jiyana xwe ji dest da Turkan Aşkin diyar kir ku bi zanebûn kurê wê şandine mirinê û got: “Ev ne qeza ye, ev cînayet e.”    Li bajaroka Bêspînê ya girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê di kaneke komirê de hezan pêk hatibûn û 2 karker di bin kavilan de mabûn. Ji van karkeran Îbrahîm Aşkin jiyana xwe ji dest dabû. Hat zanîn ku xwediyê kana komirê gef li Aşkin xwariye û jê re gotiye "Heke ku tu neçî ez ê te ji kar biavêjim." Dayika Aşkin, Turkan Aşkin, anî ziman ku bi zanebûn kurê wê ber bi mirinê ve hatiye şandin û got: “Ev ne qeza ye, ev cînayet e.”     'BI ZANEBÛN KURÊ MIN ŞANDIN MIRINÊ’    Aşkin, diyar kir ku debara malê lawê wê Îbrahîm dikir û wiha axivî: "Kurê min beriya niha de karek din de dixebitî. Pişt re ji wir derxistin. Kurê min operator bû û nû qezenc kiribû. Pişt re Îbrahîm ji bo kar bibîne ket nav hewledanan. Di malê de kes nebû ku bixebite. Berpirsyariya malê hemû li ser milê wî bû û bi wê zanebûnê nêzî malbata xwe dibû. Tu kar nebûn. Ji xwe li vir qadên kar qet tune ne. Herî dawî ev kar dît. Bi zanebûn kurê min şandin mirinê. Min gelek li ber xwe da ku kurê min li wir nexebite, lê çare tune bû.”    'EV NE QEZA YE, EV CÎNAYET E'    Aşkin bal kişand li ser metirsiyên kanên komirê ku dibin sedema mirina însanan û wiha got: “Pêwîste kanên komirê bên girtin. Çend deqîqe beriya bûyerê kurê min bi zanebûn şandin. Ji hêla xwediyê kana komirê ve gef li wî hat xwarin û jê re gotiye ‘Heke ku  tu neçî ez ê te ji kar biavêjim.’ Kurê min jî ji nêçariya xwe çû. Çimkî bi wî karî debara me dikir. Kurê min bi makîneyê ve di bin erdê de ma. Ev ne qeza ye, ev cînayet e. Kurê min di ciwantiya xwe de kuştin. Hêj ku kezeba dayikek din neşewitîye lazim e ev kanên komirê werin girtin. Dilê min şewitî, bila dilê tu dayikên din neşewite.”