Karakoyûn: Armanca me azadkirina Ocalan e 2021-01-13 09:13:07 ENQERE - Berîvan Karakoyun a ku ji yek jinên li Qampa Lavrîo li dijî tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbunê ye, armanca çalakiyê wiha got: “Em dibêjin baweriyek mezin a girseyî heye ku tecridkirina Ocalan bi şîkandin. Armanaca me azadkirina Ocalan e."  Çalakiya greva birçîbûnê ya bi armanca rakirina tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Qampa Lavrîo ya Yunanîstanê hat destpêkirin bi awayek bê dem û bi dor di roja 10’emîn de didome.  Çalakî bi Tevgera Jinên Kurdîstan a Ewrupayê ve bi 9 jinan didome. Di salvegera 9’ê Çile ya ku Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li paytexta Parîsê ya Fransayê hatin qetilkirin de 9 jinên ku li qampê dimînin çalakî dewr girtin. Ji 9 jinên ku ketin grevê Berivan Karakoyun qala çalakiyê û tecridê kir. Karakoyun a ku salek bere hatiyê Yunanîstanê li Tirkiyê rêveberiya MEYA-DER a şaxa Sêrtê kiriye. Karakoyun, ji 1993’an heta 2019’an di wextên cuda de 15 salan di girtigehan de maye. Piştî 40 sal cezayê girtigehê jê hat xwestin, Karakoyun berê xwe rêya Yunanîstanê. Karakoyun niha dîsa li dijî tecridkirina Ocalan di greva birçîbunê de ye û got: “Sînorê tekoşînê tüneye.”   ‘DEM DEMA AZADIYÊ YE’   Karakoyun, armanca ketina çalakiyê wiha vegot: “Em hemû jin li ser navê qampê tecrîdkirina Ocalan şermezar dikin û berxwedana girtigeha silav dikin. Beriya 2 salan jî li dijî tecridkirina Ocalan bi pêşvaniya Leyla Guven greva birçîbunê hatibû despêkirin. Li hemû zindana belav bûbû. Li derve jî pişgirî hate dayîn. Ji bo vê bedelê mezin jî hatin dayîn û bi carekbe jî tecrid hate şikandin. Lê belê ev carê em dibêjin girseyi baweriyek mezin jî heye tecrida ser Ocalan bi tevahî bê şikandin. Armanaca me Ocalan azadkirin e. Ne kutenê hevdîtin were kirin. Êdî hevdîtin tenê têrnake. Dem dema azadkirinê ye. Ji ber ku demek dirêj e Ocalan di navbera çar diwaran de ye. Tecridek dijî exlaqî, dijî mirovahiyê tê jiyandin.”   ‘JI BO DINYA DENGÊ ME BIBIHÎZE’   Karakoyun, destnîşan kir ku li Tirkiyê û her çar perçeyan Kurdistanê operasyonên binçavkirin û zordariyê didome û wiha axivî: “Dixwazin qada siyasî û qada dîplomasiyê di her warî de Kurda qels bikin. Lê ev daxwaza wan nayê cih. Ji ber ku dîrok jî vê yekê nîşan dide. Dîrokê nişan da ku despêka tevgera azadiya Kurd heta îro çend hukumetê Tirkiyê avabûn û xera bû lê tu kesan nikaribû li ser îrada gelê Kurd xwe bide jiyandin û binpê bike. Ev xeletiyek e û bi dehan caran Kurdan bi vîna xwe bi berxwedana xwe vê xeletiyê, şaşitiya nişanê wan daye. Ji ber vê em dibêjin hemû cihan dengê me bibihîze ku qomploya ser Ocalan wek qoploya li ser serê gele Kurd û li ser mirovahiyê ye. Ev qomplo ne li hember Ocalan tenê ye. Îro Ocalan li wê derê ye em tew li wir girtîne. Ji ber wê em bangê di serî de hemû jinê cihanê û hemû kesan dikin ku li hember zilmê bisekinin. Em îro li benda pişgiriya wan in. Nexwe em çend heb ketine grevê ne tenê ji bo çend rojan. Ji bo ku dengê me dinya bibîze. Dengê me hemû netew bibihîzin ku em hene.”   BANG LI CPT’YÊ KIR   Karakoyun CPT’yê jî rexne kir û wiha got: “CPT çend car in bi Ocalan re hevdîtin dikin. Lê ji xwe re dibêje ez saziyek serbixwe me. Bi rastî gava ku çû bi Ocalan re hevdîtin kir, hewceye rewşa wî diyar bike. Daxuyanî bide. Divê li ser dewleta Tirk hinek astengiya bike û rola xwe bilîze. Lê rola xwe nalîze. Madem saziyek ser bixwe ye, em wê dawetî rola wê dikin.”   ‘LI FIKRA OCALAN XWEDÎ DERKEVIN’   Karakoyun, da zanîn ku dê li dijî tecrîdkirina Ocalan tekoşîna xwe bidomînin û wiha bi dawî kir: "Em jin li hemû cihanê di rêya Leyla Qasim, Rosa Loxemburg, Clara Zetkin, Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan, Leyla Şaylemez, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar tekoşînê didomînin. Ocalan dibêje, ‘koletî li ser şexsê jinê hate despêkirin, hewceye azadî bi destê jinê be.’ Ew fikir û raman îro li çar perçeyan belav buye. Ji ber vê yekê hewceye em xwedî li fikr û ramanê Ocalan derkevin.”     MA - Zemo Aggoz