ROJEVA 13'Ê ÇILEYA 2021'AN 2021-01-13 09:00:30 * Berîvan Karakoyun a ku ji yek jinên li Qampa Lavrîo li dijî tecridkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbunê ye, armanca çalakiyê wiha got: “Em dibêjin baweriyek mezin a girseyî heye ku tecridkirina Ocalan bi şîkandin. Armanaca me azadkirina Ocalan e."  * Di guhdarîkirinên telefonan de yên derbarê fuhûş, şantaj û nelirêtiya Mala Mamosteyan a Amedê de navê hin rojnamevanan jî derbas dibe.    * Şêniyên Taxa Karşiyaka ya navçeya Şax a Wanê, ji ber neçareserkirina pirsgirêka avê, her roj di rêyên kend û kosp de diçin avê dikişînin. Keya Şeref Balka, anî ziman ku daxwazname dane lê belê daxwaznameyên wan nehatine bersivandin û walî ji wan re gotiye: "Ma berê av hebûye?"   * Waniyan bal kişandin ser bihabûna fiyetan û gotin: "Bi vî hawayî ne ji ber şewbê, em ê ji ber hejariyê bimirin."    * Serokê Şaxa Odeya Endezyarên Çandiniyê ya Wanê Engîn Işik, diyar kir ku îsal li bajarên herêma Serhedê berf û baran dihat payîn nebariyaye û got: "Heger ji bo ziwabûna çandiniyê çareyek neyê peydakirin, dê ji şewbê xetertir bibe."    * Hevserokên DBP'a Wanê ku ji ber daxuyaniya girseyî ya derbarê yekîtiya neteweyî de îfade dan, gotin: "Çi dibe bila bibe em ê dev ji yekîtiyê bernedin. Azadiya me, girêdayî yekîtiya me ye."    * Karkerên PTT'ê ku ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji kar hatin derxistin, anîn ziman ku heya vegerin ser karê xwe dê bitêkoşin.    * Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdenîz, zimanê çapemeniyê yê li hemberî penaberan tê bikaranîn wekî "rengevdana nêrîna hikûmetê" pênase kir û bilêv kir ku ev nêrîn nîjadperestiyê gur dike.    * Koordînatorê Akademiya Ma Muzîkê Şêrko Kanîwar diyar kir ku wê 4’emîn Konserên Amîdayê li navçeya Sûrê li dar bixin û got: “Bi Konserên Amîdayê stranên me ji hepsa malê xelas bûn.”   * Li Derikê hin gundên wê di bin ava gola ji bo avdaniyê dê were çêkirin de bimînin, 30 roj in bêceryan in. Doza gundiyan vekiriye didome û ji wan tê xwestin malên xwe vala bikin. Gundî li benda çareseriyê ne.    * Danişîna doza Osman Ç. ê destdirêjî Z.Ç. kir dê li Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê were lidarxistin. (11.00)   * Nûnerên partiyên wek HDP, CHP, Partiya Deva û Partiya Pêşerojê yên Amedê dê têkildarî biryara hilweşandina Pasaja Mehmethan daxuyanî bidin çapemeniyê.  (11.00)   * Tevgera Jinên Azad (TJA) dê têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan li Parka Koşûyolû ya Amedê daxuyanî bide çapemeniyê. (12.00)   * Buroya Hiqûqê ya Asrinê rapora salane ya têkildarî Girtîgeha Îmraliyê ya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan lê tê ragirtin amade kiriye dê ofîsa xwe ya Taksîmê bi civînek çapemeniyê eşkere bikin. (12.30)   * Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê dê avakirina Koordînasyona Şopandina Girtîgehan a Mêrsînê li avahiya xwe deklare bikin. (13.00)   * Xwepêşandanên ji bo piştgiriya xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê dê berdewam bike. (14.00)   * Şaxa OHD'ê ya Enqereyê dê têkildarî girtîgehêm Herêma Anatoliya Navîn rapora binpêkirina mafan li avahiya xwe bi civînek çapemeniyê eşkere bike. (14.00)