Hejmara kesên ji ber Covîd-19'ê mirin bû 23 hezar û 152 2021-01-12 20:04:43   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê di 24 saetên dawî de 171 kesên din jî ji ber şewba Covîd-19'ê jiyana xwe ji dest dan û testa 9 hezar û 809 kesên din jî  pozîtîf derket. Hejmara kesên heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane bû 23 hezar û 152.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba Covîd-19'ê de parve kirin. Li gor daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê îro 171 kesên din jî jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 809 kesên din jî bi Covîd-19'ê ketin. Her wiha hejmara kesên ku heya niha ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dane jî bû 23 hezar û 152 û hejmara kesên heya niha testa wan pozîtîf derketiye jî bû 2 milyon û 346 hezar û 285.