Şandeya TTB’ê çû serdana Hevserokê HDP’ê 2021-01-12 15:59:01   ENQERE – Sektreterê Giştî yê TTB’ê Vedat Bûlût li Meclîsê çû serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar. Di hevdîtinê de banga berdana Dr. Şeyhmûs Gokalp hat kirin.    Sekreterê Giştî yê Yekîtiya Bijîşkên Tirk (TTB) Vedat Bûlût, Endamê Desteya Şopandina Kovîd-19 a TTB’ê Sînan Adiyaman û Serokê Odeya Bijîşkan a Enqereyê Alî Karakoç, li Meclîsê serdana Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar kirin. Di hevdîtinê de rewşa tenduristî û pandemiyê ya li Tirkiyê û her wiha zextên li ser sazî û dezgehên demokratîk tên kirin hat axivîn. Di serdanê de hat xwestin ku endamê Desteya Rûmeta Bilind a TTB’ê Dr. Şeyhmus Gokalp ê ev nêzî du mehan e girtî ye li tavilê were berdan.