Hinceta biryara girtina Guven hat aşkerekirin 2021-01-12 15:12:07 AMED - Hinceta cezayê girtîgehê ya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatibû birîn hat aşkerekirin. Dadgehê ji bo Guven got, “Dema ku gotinên bersûc hatin lêkolînkirin, girêdanbûna wê ya jidil a bi rêxistina terorê re derdikeve holê.”   9’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê, hinceta biryara xwe ya 22 sal û 3 meh cezayê girtîgehê ya li Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven birîbû, aşkere kir. Di biryarê de, hat diyar kirin ku daxwaza dem xwestina parêzerên Guven a ji bo li dijî mutalayê parastin bikin li gorî rê û rêbazê hatiye red kiriye.    Dadgehê di dewam biryara hinceta xwe de, ev îdîa kirin: “PKK/KCK ji bo ku binyada xwe ya civakî belav bikin, KCD hatiye avakirin. Çalakî û bernameyên dibin navê KCD’ê de tên kirin, weke xebatên rêxistina terorê PKK/KCK hatine qebûlkirin. Dema ku gotinên Guven hatin lêkolînkirin, girêdanbûna wê ya jidil a bi rêxistina terorê re derdikeve holê. Ji ber vê hatiye qebûl kirin ku Guven endama rêxistina terorê ya bi çeke.”