HDP’ê li Çewlikê tecrîd şermezar kir 2021-01-12 15:10:39   ÇEWLIK - Rêxistina HDP’ê ya Çewlikê, tecrîda li Îmraliyê û daxwazên derbarê girtina HDP'ê de şermezar kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Çewlikê, derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dane destpêkirin û daxwazên têkîldarî girtina HDP'ê de li pêş avahiya xwe daxuyanî da çapemeniyê. HDP’iyan di daxuyaniyê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye, divê demildest bê bidawîkirin” vekirin. Parlementerê HDP’ê yê Çewlikê Erdal Aydemîr û endam û rêveberên partiyê beşdarî daxuyaniyê bûn.   Di daxuyaniyê de Parlementer Erdal Aydemîr axivî û diyar kir ku daxwazên derbarê girtina partiya wan de yên AKP’ê û MHP’ê qebûl nakin û wiha got: "Vîna 6 milyonan li gel partiya me ye. Em ev hewldanên girtina partiya me şermezar dikin. Rêgezên partî girtinê bê hiqûqî ye û ne meşru ye. HDP wê hêza xwe xurttir bike û riya xwe berdewam bike."   ÇALAKIYA GREVA BIRÇÎBÛNÊ   Aydemîr, bal kişand ser çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyan ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan dane destpêkirin û xwest ji bo daxwazên girtiyan qanûn werin pêkanîn. Aydemîr, destnîşan kir ku tundî, zext û îşkenceya li Îmrali û li girtîgehan nayê qebûlkirin.