Dayika Sêvê Demîr Sakîne îfade da dozgeriyê 2021-01-12 14:37:05   ŞIRNEX - Serdozgeriya Şirnexê, dayika Sêvê Demîr, Sakîne Demîr, ji bo îfade dayînê, vexwend. Demîr, îro çû serdozgeriyê û îfade da.   Dayîka endama Meclîsa Partiya Heremên Demokratik (DBP) Sêvê Demîr ku li navçeya Silopî ya Şirnexê di qedexeya derketina derve de, di 4’ê Çileya 2016’an de bi guleyên ji wesayita zirxî hatin reşandin jiyana xwe ji dest dabû Sakîne Demîr ji aliyê serdozgeriya Şirnexê ve ji bo îfade dayînê hat vexwendin.   Li Şirnexê, 2'ê mijdara 2020'an de ji hêla serdozgeriya Şirnexê ve li dijî Kongreye Civakên Demokratîk(KCD) lêpirsîn hatibû vekirin. Hat ragihandin ku di çarçoveya vê lêpirsînê de der heqê Demîr de jî, biryara binçavkirinê hatiye dayîn. Demîr, îro çû serdozgeriyê û îfade da.    Hat hîn bûn ku ji Demîr, pirsên weke "Tu çima tevlî kongreye KCD'ê bû?" û "Tu çima delegeya KCD'ê yî" hatin kirin.    Piştî îfadeya Demîr hat girtin, ji edliyê veqetiya.