HDP’ê serdana Osman Şiban kir 2021-01-12 13:49:58 MERSÎN – Parlamentera HDP’ê Fatma Kûrtûlan, serdana Osman Şiban ku serê sibehê hatibû binçavkirin û piştre hatibû berdan kir.  Parlamentera HDP’ê ya Mersînê Fatma Kûrtûlan, li mala wî serdana Osman Şiban ku serê sibehê ji aliyê polisan ve hatibûn binçavkirin û piştre hatibû berdan kir.  Kûrtûlan, derbarê rewşa Şiban de û pêvajoya binçavkirina wî de agahî girt û dema veqetîna ji malê daxuyaniyeke kurt da.    ‘DIVÊ DESTHILAT LÊBOIRÎN BIXWAZE’   Kûrtûlan, diyar kir ku ji ber îşkenceya dîtiye hê jî Şiban baş nebûye û di bin bandora tiştên bi serê wî de anîne de ye û wiha got: “Di vê rewşê de binçavkirina Osman Şiban nayê qebûlkirin. Hemû dinya bûyera avêtina ji helîkopterê û lînçkirinê dizane. Bûne sedema mirina Servet Tûrgût û Osman Şiban jî kirine vî halî. Li şûna ku ji bo telafîkirina vê rewşê bixebitin, tên kesekî di vê rewşê de binçav dikin. Ev nayê qebûlkirin. Ji bo vê bûyerê divê dewlet lêborîn bixwaze û ji bo telafîkirinê hin tiştan bike.”   Kûrtûlan, di dawiya axaftina xwe de xwest ku berpiryarên avêtina ji helîkopterê ya Seret Tûrgût û Osman Şiban bên darizandin û cezakirin.