Osman Şiban hat berdan 2021-01-12 12:52:47 MÊRSÎN – Osman Şiban ê ji helîkoptêr hatibû avêtin, vê sibehê di serdegirtina mala xwe ya li Mêrsînê de hat binçavkirin. Bi boneya tenduristiya Şiban nebaş e hat berdan.    Osman Şiban ê di 11'ê îlona 2020'an de li çoltera di navbera navçeya Şaxê ya Wanê û navçeya Elkê ya Şirnexê de li gel Servet Tûrgût ji aliyê leşkerên derketibûn operasyonê ve hatibû binçavkirin û ji helîkoptêrê hatibûn avêtin.  Şiban vê sibehê di serdegirtina mala xwe ya li Mêrsînê de hat binçavkirin.    Polîsan ji bo kontrola tenduristiyê Şiban birin Nexweşxaneya Dewletê ya Toroslarê. Piştî hûrnêrîna li Şiban hat kirin bi boneya ku dê nikaribe bi awayê fizikî û derûnî îfade bide hat berdan.    'HER TIM DITIRSE'    Birayê Şiban, Haşim Şiban diyar kir ku kekê wî hişê xwe winda kiriye û got: "Kekê min niha bi travmayê re rûbirû ye. Wextê zext ango serdegirtina malê çê dibin jî ew bêtir bi travmayên nû re rûbirû dimîne. Niha pir ditirse. Derûniya wî xerabûyî ne. Her tim bi tirs û xofê re radibe û rûdinê."