Ji ber ku dîmenên bavê xwe kişand doz lê hat vekirin 2021-01-12 10:47:20   QERS – Derbarê Parêzer Bişar Abdî Alinak de bi hinceta ku dîmenên dema girtina bavê xwe siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak kişandiye doz ve hat vekirin. Di doznameya dozê de 3 sal û 5 meh cezayê girtîgehê ji Alinak re tê xwestin.    Derbarê kurê siyasetmedarê kurd Mahmût Alinak Parêzer Bişar Abdî Alinak de bi hinceta ku dîmenên girtina bavê xwe kişandiye dozname hat amedekirin. Dozname ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Qersê ve hat amadekirin û pêşkêşî 2’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Qersê hat kirin. Di doznameyê de bi hinceta ku dîmenên bavê xwe kişandiye sûcdariyên “qeydkirina deng û dîmenan” û “hedef nîşandina kesên di têkoşîna terorê de cih girtine” li Alinak hatine kirin û ji bo wî ji sal û 5 mehan heta 3 sal û 5 mehan cezayê girtîgehê hatiye xwestin.