‘Zanîngeh bûne girtîgeh' 2021-01-12 09:03:52 AMED - Akademîsyen Atilla Guney, anî ziman ku armanca polîtîkaya qeyûm ew e ku muxalefet bê berterefkirin û hedefa ewil a qanûna qeyûman jî kurd in. Esra Erguzeloglû jî destnîşan kir ku zanîngeh wekî girtîgehan tên birêvebirin.  Piştî ku Serokê Giştî yê APK'ê û Serokomar Tayyîp Erdogan Melîh Bûlû tayinî Zanîngeha Bogazîçiyê kir, çalakiyên protestokirinê dest pê kirin. Çalakî hîn jî didomin.    Akademîsyen Atilla Guney û Esra Erguzeloglû ku îmze danîbûn bin danezana "Em ê nebin şirîkê vî sûcî" û bi KHK'ê hatibûn îxrackirin, qewimînên li Zanîngeha Bogazîçiyê û polîtîkaya qeyûm a îqtidarê nirxandin.    Akademîsyen Atilla Guney, anî ziman ku îqtidara AKP'ê bi tayinkirina qeyûman polîtîkaya talankirinê xistiye dewrê. Guney, bilêv kir ku qeyûm mekanîzmaya siyasî û rêvebirî ya îqtidarê ne û êdî tenê ne li şaredarî û zanîngehan, li qadên din jî dest pê kirine. Guney, îşaret bi îdianameyên derbarê siyasetmedarên HDP'î tên amadekirin û biryara derbarê Selahattîn Demîrtaş kir û destnîşan kir ku dozgerên ku van îdianameyan amade dikin û dadgerên ku van îdianameyan qebûl dikin jî qeyûm in.    HEDEFA EWIL KURD IN    Guney, destnîşan kir ku feraseta qeyûm ku hema bibêje qada siyasî xistiye şiklekê, êdî li qada civaka sivîl û cemaweriyê jî belav bûye û. Guneyî ji bo qanûna ku pêşî li ber tayinkirina qeyûman vekiriye jî anî ziman ku armanca vê qanûnê berterefkirina civaka sivîl û muxalefetê ye û got: "Mixabin bi vê qanûnê de hedefa ewil tevgera azadiyê ya kurd be. Polîtîkayên qeyûm û zext û zoriyê ku li hemberî HDP'ê tên kirin, dê bi vê qanûnê re pêşî êrîşê bibe ser hêla civakiyî ya HDP'ê."    BIRYAREKE TALOQBÛYΠ   Guney, ji bo tayinkirina rektorê Zanîngeha Bogazîçiyê jî anî ziman ku ev ne tiştekî nûye. Guney, bilêv kir ku di sala 2016'an de qanûnek hatiye sererastkirin û bi vê qanûnê hilbijartina rektoran bi temamî hatiye betalkirin. Guney, bibîr xist ku heya niha qeyûm tayinî gelek zanîngehan hatiye kirin û got: "Piştî 15'ê Tîrmeha 2016'an zêdetrî 6 hezar akademîsyen îxrac kirin. Rektorên ku hatin tayinkirin, rabûn xizmên xwe, dost û ansên xwe li pozîsyonên akademîk bi cih kirin. Personelên akademîk û îdarî yên zanîngehan ji hêla serokên AKP'ê yên bajaran ve hatin amadekirin û berpêşî ber rektoran hatin kirin. Personelên îdarî û akademîk ên muxalif jî bi hincetên pûç hatin sirgûnkirin. Gava ev tişt qewimîn, dest nedan Zanîngeha Bogazîçiyê."    PEYAMÊ DIDIN    Akademîsyen Esra Erguzeloglû jî anî ziman ku di sala 2016'an de piştî ku akademîsyenên îmze danîn bin danezana "em ê nebin şirîkê vî sûcî" hatin îxrackirin zanîngeh felc bûne.   Erguzeloglû, bal kişand ser kelemçekirina deriyê Zanîngeha Bogazîçiyê ku piştî qeyûm hatibû kirin û destnîşan kir ku bi vî awayî dixwazin peyamekî bidin. Erguzeloglû, diyar kir ku ev yek rewşa ku civak tê de ye baş dide der.    Erguzeloglû, destnîşan kir ku jixwe zanîngeh ji zû de bûne girtîgeh û wekî girtîgehan tên birêvebirin.   MA / Ergîn Çaglar