Bi afîşan bal kişand ser greva birçîbûnê 2021-01-11 16:13:36 ENQERE - Rêxistina HDP’ê ya Navçeya Mamakê, bi armanca balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan, afîş bi dîwaran ve kir.   Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Navçeya Mamakê, ji bo ku balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger a 46 rojin li girtîgehan dewam dike, afîş bi dîwaran ve kir. Di afîşên bi dîwarên Taxa Tûzlûçayir a navçeya Mamakê ve hatin kirin de, peyamên “Bi hev re, li dijî tecrîdê azadî, li girtîgehan Greva Birçîbûnê heye. Bibin Deng, Bibin Rêheval” hatin nivîsandin.