Faîlê Aleyna Çakir ji tiryakê hat girtin 2021-01-11 15:58:57 ENQERE - Umîtcan Ûygûn ê di kuştina Aleyna Çakirê de gumanbarê sereke bû û duh ji ber tiryakê hatibû binçavkirin, hat girtin.     Umîtcan Ûygûn ê di kuştina Sema Esen a weke Aleyna Çakir tê nasîn de gumanbarê sereke bî, piştî dîmênên wî yên bi kar anîna tiryakê  li ser medya civakî hat parvekirin, ji sûcê “teşwîqkirina tiryakê” duh li Enqereyê hatibû binçavkirin. Bav Dûrak Ûygûn jî, bi îdîaya ji revîna Ûygûn re alîkarî kiriye hatibû binçavkirin. Di heman demê de T.K. a di dîmenan de tiryakê bikartîne jî hatibû binçavkirin. Piştî ku polîsan îfadeyên Durak Ûygûn û T.K girtin ew serbest berdan.    Umîtcan Ûygûn jî, piştî îfadeya li miduriyeta polîsan sewqê dadgehê hat kirin. Dadgehê jî bi sûcdariya “teşwîqkirin û bikaranîna tiryakê” derbarê Ûygûn de biryara girtinê da.