Li Bogazîçiyê hêrs kêm nabe: Gotin, biryar û rayedarî ya me ye 2021-01-11 15:54:52 STENBOL – Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li dijî tayînkirina rektor biryara çalakiyên domdirêj girtin, meş li dar xistin û diyar kirin ku gotin, biryar û reyedarî ya wan e û dê dev jê bernedin.    Çalakiyên domdirêj ên xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî tayînkirina rektor Melîh Bûlû yê AKP’yî dan destpêkirin didome. Beriya çalakiyê polîsan çar hawîrdorê zanîngehê bi bariyeran girt û li rawestgehên metro û otobusan nasnameyên welatiyan kontrol kirin. Gelek polîs û maşîneyên zirxî li derdora zanîngehê hatin bicihkirin. Xwendekarên derbasî zanîngehê bûn bi lêgerîna polîsan re rûbirû man. Her wiha polîsan destûr neda rojnamevan çalakiya xwendekaran bişopînin.    TEVÎ DORPÊÇÊ JÎ KOM BÛN    Tevî dorpêça polîsan jî bi sedan xwendekar li ber Enstîtuya Ataturk a Kampûsa Başûr kom bûn û heta avahiya rektoriyê meş li dar xistin. Xwendekaran pankart vekirin û dirûşmên wek “Em rektorê qeyûm naxwazin” û “Zanîngeh a me ye” berz kirin.    ‘GOTIN, BIRYAR Û REYEDARÎ YA ME YE’    Piştî meşê li ser navê xwendekaran Ozgur Ozdemîr daxuyanî da û destnîşan kir ku ew ji bo zanîngehek di nava wekheviyê, demokrasiyê, azadî û xweser li ber xwe didin û got: “Gotin, rayedarî û biryar ya tevahiya pêkhateyên zanîngehê ye. Bi kelemçeyan dixwazin xeyal û hewldanên me dîl bigirin. Bi biryarên di hukmê qanûnê yên OHAL’ê de li zanîngehan bi sedan akademîsyen hatin îxrackirin. Rejîma qeyûm şûna kevneşopiya demokratîk û hiqûqî girt. Zanîngeh, taxên me û xeyalên me di bin dorpêça polîsan û şikandina deriyên me de ye. Em danîna qeyûman naxwazin. Em dixwazin zanîngeh bi pêkhateyên xwe rektor bijêrin. Em tu bazariyek bi qeyûman qebûl nakin. Em zanîngehên ne ji bo piyasayê ji bo civakê wekheviyê, demokratîk, azadî û xweseriyê hilberîne dixwazin. Em qebûl nakin û dev ji têkoşîna xwe bernadin.”    Piştî daxuyaniyê xwendekaran li ber muzîkê protestoya xwe berdewam kirin.