TMMOB’ê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da 2021-01-11 15:37:29   ÊLIH - Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Êlihê bertek nîşanî HES’a li Çemê Zorê da û diyar kir ku wê li ser bandora bendavê raporeke berfireh a zanistî amade bikin.   Lijneya Koordînasyona Yekitiya Odeyên Endezyar û Avahîsazan a Tirk (TMMOB) a Êlihê, derbarê biryara Meclîsa Giştî ya Êlihê ya têkildarî çêkirina Santrala Hîdroelektrîkê (HES) ya li ser Çemê Zorê ku di nav gundê Xweşika yê navçeya Pasûrê ya Amedê û gundê Herîvê yê navçeya Sasonê ya Êlihê de li Nûnertiya Odeya Endezyarên Makîneyê civîna çapemeniyê li dar xist. Endamên odeyên girêdayî TMMOB’ê û Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskîfê Ridvan Ayhan beşdarî civînê bûn. Destpêkê Berdevkê Hewldana Jiyandina Heskîfê Ridvan Ayhan axivî û diyar kir ku kesên Heskîf di bin avê de hiştin niha jî dixwazin Newala Zorê di bin avê de bihêlin. Ayhan, da zanîn ku wê bendav tehrîbateke mezin li ser xwezayê çêbike û banga betalkirina biryarê kir.   BENDAVA HES’Ê GEFEKE CIDÎ YE   Sekreterê Lijneya Koordînasyona TMMOB’ê ya Êlihê Ahmet Bulent Tekîk jî metnê daxuyaniyê ya hatibû amadekirin xwend. Tekîk, bi bîr xist ku Meclîsa Giştî ya Bajêr, di sala 2014’an de bi hincetên “Ekolojîk, çandinî, sîsmîk, hidrolojik, hawirdor, civakî û aborî” çêkirina HES'ê red kiribû, lê piştî ku Walitiya Êlihê careke din serî lê dabû meclîsê di 19’ê mijdara 2020’an de projeya çêkirina HES'ê pêjirandibû. Tetkîk, da zanîn ku Bendava HES’ê li ser çavkaniyên debarê yên heremê gefeke cidî ye û dibe ku bibe sedema koçkirinê.    ‘EM Ê LI XWEZAYA XWE XWEDÎ DERKEVIN’   Tekîk, destnîşan kir ku projeya HES’ê derveyî hiş û zanîstê ye û wê demê pêş de bi rêxistinên sivîl ên civakî re biçin serdana heremê û wiha axivî: “Bi taybetî em ê bi pêkhateyên TMMOB’ê û mirovên zanîst re li ser bandora bendavê raporeke berfireh ya zanîstî amade bikin.”