Hêzên demokrasiyê yên Enqerê: Em bi hev re têkoşînê mezin bikin 2021-01-11 14:40:47   ENQERE – Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên li Enqereyê li dijî zextên zêde dibin banga têkoşîna bi hev re kirin.    Rêxistinên girseyî yên demokratîk ên ji Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Alinterî, Partiya Şoreşger a Yekbûyî, Komeleya Elewî ya Demokratîk (DAD), Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Partiya Rizgariya Jinûve Sosyalîst (SYKP), Partiya Karkeran a Tirkiyê (TÎP), Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Şaxa Enqereyê, Kaldiraç, Karala, Partîzan, Federasyona Meclîsên Sosyalîst (SMF), Federasyona 78’an pêk tê têkildarî sepanên antîdemokratîk ên di demên dawî de zêde dibin li Navenda Giştî ya Sendîkaya Tum Bel Senê civîna çapemeniyê li dar xistin. Metna daxuyaniya hevpar ji aliyê endama Rêveberiya Bajêr a HDK’ê Sîbel Polat ve hat xwendin.    'ÎQTÎDAR BI HEMÛ HÊZA XWE ÊRIŞ DIKE’    Polat destnîşan kir ku îqtîdarê krîza vîrûsa koronayê ya ji aliyê kapîtalîzmê ve hatiye afirandin veguherandiye tijekirina qasayan û vê yekê ji bo zêdetir jiyana bindestan kontrol bike û zextan li wan bike bikar tîne. Polat anî ziman ku îqtîdar li her qada jiyanê zextê li ser xelkê zêde kiriye û xelkê ditepisîne û got: “Li girtîgehan mafê girtiyan ên bingehîn û yasayî ne tên binpêkirin. Girtî tên tecrîdkirin, li hundir û derve lêgerîna tazî tê sepandin, li girtiyan didin, hevdîtinên wan tên qedexekirin û îşkence zêde bûye. Bi van zextan dixwazin pergala talan û kedxwariyê ava bikin. Kî li dijî zextan li ber xwe bide û ji bo mafên xwe têbikoşe îqtîdar bi hemû hêza xwe êriş dibe ser wan. Îqtîdar xelkê mehkûmî hejarî û mirinê dike. Her kî li ber xwe bide hêviyê dide siboerojê. Îqtîdar ji vê berxwedanê ditirse û her roj bi êrişên nû di dewrê de ye. Ji êrişên ser odeyên bijîşkan bigire heta tayînkirina qeyûmên ser rektoriyan şer daye destpêkirin.”    ‘LI ÇAR ALIYAN ŞER BELAV KIRIN E’    Polat destnîşan kir ku li dijî gelê kurd êriş qet kêm nabin û wiha got: “Xelk bi sîlehên leşkerî yên herî giran tên bombebaranmkirin. Welatî ji helîkopteran tên avêtin û bi şewitandinê tên qetilkirin. Cenaze bi hefteyan li nava kolanan tên pêşandan. Polîtîkaya şerê taybet a dewletê bi rêbazên tacîz, destdirêjî li ser jinan û zarokan tê sepandin. Mafê birêvebirina siyasetê tune tê hesibandin. Maf û qanûnên bingehîn tune tê hesibandin. Îradeya ji aliyê xelkê ve tê bijartin nayê nasîn û qeyûm datînin ser vîna gel. Wekîl tên girtin. Îqtîdar vê polîtîkayê ji bo tunekirina têkoşîna azadiya gelan her daîm dike û disepîne. Li çar hawîrdorê erdnîgariya me şer hatiye belavkirin.”   ‘JI DAXWAZA AZADIYÊ DITIRSIN’    Polat destnîşan kir ku li girtîgehan li dijî tecrîd û binpêkirina mafan greva birçîbûnê ya bêdawî û dorveger hatiye destpêkirin û got: “Îqtîdar ji daxwaza azadiyê ya civakê ditirse. Îqtîdarê hemû amûrên zextan û cihêkariyê xistiye dewrê. Bi yasayan dixwazin rêxistinên civakî yên sivîl bigirin. Dixwazin tevahiya muxalîfan bêdeng bikin. Îqtîdar bi tayînkirina qeyûman li dijî zanîngehan şer daye destpêkirin.”   BANGA TÊKOŞÎNÊ    Polat destnîşan kir ku ew gelan hemû yên bi tundiya dewlet û zilaman re rûbirû mane û mafê wan hemû tune tên hesibandin li malê, li kar û li kuçe û li her qadên jiyanê tevahiya civakê vedixwînin têkoşîna hevpar û mezinkirina têkoşînê.