Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl bir rojeva Meclîsê 2021-01-11 12:53:15   ENQERE – Parlamentera HDP’ê Nûran Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl ê salek e agahî jê nayê wergirtin ji Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay pirsî.    Parlamentera HDP’ê ya Şirnexê Nûran Îmîr rewşa Hurmuz Dîrîl ê salek berê li gundê Mexr a girêdayî navçeya Elkê ya Şirnexê winda bû, bir rojeva Meclîsê. Îmîr bi boneya Cîgirê Serokkomar Fûat Oktay daxwaza wê bibersivîne pêşniyazpirs jê re şand. Îmîr di pêşniyazpirsê de diyar kir ku Hurmuz Dîrîl û hevjîna wê Şimûnî Dîrîl di 11’ê çileya 2020’an de winda bûn û cenazeyê Şimûnî Dîrîl di 20’ê adara 2020’an de hatiye dîtin û hêj agahî ji Hurmuz Dîrîl nayê wergirtin. Îmîr destnîşna kir ku ev bûyreên windakirinê xelkê Sûryanî yên li herêmê dixe nava metirsiyan û xwest pêşî li van windakirinan were girtin.    Îmîr anî ziman ku divê ji bo dîtina Hurmuz Dîrîl xebatên dîtinê bidomin û pirsa têkildarî Hurmuz Dîrîl xebatên dîtinê didomin gelo heke didome di astê de ne.