Beriya were navçeyê qeyûmtiya xwe ragihand! 2021-01-11 11:03:22 MÊRDÎN – Qeymeqamê Manyasê yê ku hêj fermî tayînirina wî ya ji bo Stewrê nehatiye kirin, ragihand ku ew ê li şaredariyê wek qeyûm jî wezîfeyê bike.    Qeymeqamê Navçeya Manyas a girêdayî Balikesîrê Muhammed Kaya ragihand ku tayînî Qeymeqamiya Navçeya Stewrê hatiye kirin. Lê ev yek hêj bi awayek fermî nehatiye ragihandin. Bêyî ku qeymeqam û qeyûmê Stewrê yê niha Bayram Turker têkidlarî vê guhertinê ango tayînkirinê daxuyaniyek bide, Kaya xwe hem wek qeymeqam û hem jî wek qeyûm da tayînkirin. Kaya diyar kir ku ew ji bo hin serdanan çûye Enqereyê û Cîgirê Wezîrê Karên Navxweyî vê agahiyê daye wî û ragihand ku ew ê di 15’ê çile de biçe Stewrê.