Çepnî: Qeyûm encama polîtîkayên tecrîdê ye 2021-01-11 09:00:57 ÎZMÎR - Mûrat Çepnî yê HDP’î, diyar kir ku wan di hevdîtin kirin de, dîtin ku xizmên girtiyan ji ber şertên di girtîgehan de, bi fikaran û got: “Tecrîdê li Îmraliyê dest pê kir û weke ku me di Zanîngeha Bogazîçiyê de jî dît, li civakê belav bûye. Ji bilî xwedî derketina daxwazên girtiyan, şansek din tuneye.”  Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Îzmîrê Mûrat Çepnî, yê ku li Îzmîrê çû serdana malbatên zarokên wan di girtîgehan de û hevdîtin bi wan re kir, çavdêriyên xwe ji ajansa me re parve kir.     Çepnî, anî ziman ku malbatên girtiyan ji ber şert-mercên ne paqij ên girtîgehan bi fikaran û wiha axivî: “Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD), Odeya Bijîşkan û partiya me, ji roja ku pandemiyê dest pê kiriye, bi dehan car gotin, girtîgeh qadên herî bi rîskin. Desthilatdariyê ev hişyarî û daxwazên me, pişt guh kirin. Dîsa qanûna înfazê hat derxistin. Ji bo ku girtiyên siyasî, rojnameger û beşên mûxalîf neyin berdan, ev qanûn pir teng girtin. Desthilatdarî bi vê şewbê dixwaze tolê bigire. Di serî de hevserokên me Demîrtaş û Fîgen, hemû girtiyên siyasî bi şewba vîrûsa  koronayê re rûbirû hatin hiştin.”    MALBATA BI BERTEKIN   Çepnî, dest nîşan kir ku malbat ji ber girtina dem dirêj bi bertekin û wiha pê de çû: “Xizmên gelek malbatan ji 20 salî zêdetire girtîn e. Ligel ku her yekê çend salên wan mane jî, nayin berdan. Ji bo ku ev girtî ji şewbê bên parastin divê bên berdan. Di heman demê de, girtiyên nexweşiyên wan ên giran hene. Di rewşekê ku êdî nikarin li xwe mêze bikin de ne. Ev girtî jî nayin berdan. Weke ku ev yek ne bes be, vê carê jî, girtiyên cezayên wan qediyane, ji aliyê rayedarên girtîgehan ve bi awayekê keyfî nayin berdan. Ji lêgerîna tazî bigirin, hemû cureyên îşkenceyê, di pêvajoya pandemiyê de, li girtîgehan zêdetir bûn. Em her tim van danayan bi raya giştî re parve dikin.”   'TECRÎT POLÎTÎKAYA VÎ WELATIYE’   Wekîlê HDP’ê Mûrat Çepnî, bal kişand ser tecrîda li Greva Îmraliyê jî û ev nirxandin kir: “Di heman demê de, li dijî îşkence û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan rû didin, berxwedan û têkoşînek mezin heye. Mirovên di girtîgehan de, ji ber têkoşîna demokrasiyê dan, hatin cezakirin. Tecrîda li Îmraliyê jî parçeyekê vê yekê. Ev tecrîd ne tenê li dijî kesekê tê bi rêve birin, li dijî hemû civakê tê birêve birin. Ev polîtîkeyeke bi siyaseta welat ve girêdayî ye. Tecrîd li Îmraliyê dest pê kir û weke ku me di Zanîngeha Bogazîçiyê de jî dît, li civakê belav bûye. Eynî weke mîna qeyûman. Ne tenê qeyûm tayînî şaredariyên HDP’ê kirin, li dijî hemû civakê polîtîkayek wiha tê bi rêve birin. Va ye îro qeyûm tayînî Zanîngeha Bogazîçiyê jî kirin. Di heman demê de wê qeyûm tayînî rêxistinên civaka sivîl jî bikin. Ji bo vê qanûn derxistin. Heya ku tecrîda li dijî Abdullah Ocalan bi dawî nebe, wê hemû welat veguhere girtîgeheke ser vekirî. Divê hemû kes xwedî daxwazên girtiyan derkevin. Ji bilî vê tu şanseke din tuneye.”    MA / Sevda Aydîn