176 kesên din ji ber vîrûsê jiyana xwe ji dest dan 2021-01-10 19:33:13 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Tirkiyeyê, di nava 24 saetên dawî de, 176 kesên din ji ber şewbê jiyana xwe ji dest dan û testa 9 hezar û 537 kesên din jî, pozîtîf derket. Hejmara kesên wefat kirin bû 22 hezar û 807'an.   Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, daneyên derbarê şewba vîrûsa koronayê (Kovîd -19) de parve kirin. Li gorî daneyên hatine parvekirin li Tirkiyeyê, îro di 24 saetan de, 176 kesên din, jiyana xwe ji dest dan û 9 hezar û 138 kesên din bi Kovîd-19'ê ketin. Bi vî awayî hejmara ji ber şewbê wefat kirin derket 22 hezar û 807'an û hejmara bi şewbê jî ketin derket 2 mîlyon, 326 hezar û 256 kesan.