Karkerê di hezanê de jiyana xwe ji dest da bû hat definkirin 2021-01-10 18:06:08 ŞIRNEX - Cenazeyê karkerê ku duh li bajaroka Bêspîn a girêdayî navçeya Silopiyê di bin kana komirê de mabû, hat definkirin.    Duh di saetên serê sibehê de, li bajaroka Bêspînê ya girêdayî navçeya Silopî ya Şirnexê di kaneke komirê de hezan pêk hatibûn û 2 karker di bin hezanê de mabûn. Piştî lêgerîna bi seatan cenazeyê karkerê bi navê Mehmet Alî Aşkin hat dîtin. Cenazeyê Aşkin ji aliyê komên rizgarkirinê ve ji binê hezanê hat derxistin û rakirin morga Nexweşxaneyê Dewletê ya Şirnexê .   Cenazeyê Aşkin îro bi tevlîbûna malbata Aşkin, Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nuran Îmîr, hevşaredarên Sîlopiyê û rêxistina HDP'ê ya navçeya Sîlopiyê, li goristana gundê Cemo hat definkirin.