Lêpirsîna nûçeyê li rojnameger Takva vekirin 2021-01-10 15:25:40   WAN – Di çarçoveya lêpirsîna ku ji ber daxuyaniya yekitiya neteweyî û meşa girseyî ku li Wanê hatibû lidarxistin de Rojnameger Rûşen Takva jî gotin da.    Di 8’ê çileye de li Wanê, bi tevlîbûna Hevserokên Giştî yên Partiya Heremên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, parlementerên HDP’ê yên heremê û bi hezaran kesî ji bo yekitiya neteweyî û azadiyê meşeke girseyî hatibû lidarxistin û daxuyaniyek hatibû dayîn. Derbarê vê meş û Daxuyaniyê de ji aliyê serdozgeriya Komarê ya Wanê ve lêpirsîn hat vekirin.    Di çarçoveya lêpirsînê de îro Hevserokên DBP’ê yên Bajar Gulderen Varli û Çetîn Ûyar ji bo îfadeyê hatibûn vexwendin. Di çarçoveya heman lêpirsînê de Rûşen Takva jî ji bo îfadeyê hat vexwendin. Takva, çû Miduriyeta Polisan a Wanê îfade da. Ji Takva sedema şopandina meşê hat pirsîn.