Mezrayên ku tê xwestin bên valakirin 25 roj in bê ceyran in 2021-01-10 14:40:30   MÊRDÎN – Niştecihên 2 mezrayên gundê Qizilaşênê yê navçeya Dêrikê ku ji ber DEDAŞ’ê trafoyên wan ji hev xistiye 25 roj in bê ceyran in, diyar kirin ku bi hinceta “îstîmlaqkirinê” tê xwestin mezrayên wan bên valakirin.    Mezrayên Qizila Xerabe û Herem ên gundê Qizilaşênê yê navçeya Dêrikê ya Mêrdînê, ji ber bendavên ku ji bo avdaniya çandiniyê bên çêkirin wê di bin avê de bimînin. Ji ber bendava ku mijara gotinê ye di sala 2017’an de erd û malên nîştecihên her du mezrayan hatin îstîmlaqkirin. Ji ber ku ji bo malên wan di navbera 20 hezar û 30 hezar TL hat diyarkirin, niştecihên her du mezrayan li dijî îstîmlaqkirinê derketin û îstîmlaqkirinê birin dadgehê.   25 ROJ IN BÊ CEYRAN IN   Li gel ku pêvajoya hiqûqî hê bi dawî nebûye jî komên Şîrketa Belavkirina Ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ) di 25’ê kanûna 2020’an de bi cendirmeyan re çûn her du mezrayan û trafoyên wan ji hev xistin û ceyrana wan birîn. Komên Dedaş’ê trafoyên ku ji hev xistin bi xwe re birin. Her wiha leşkeran jî ji niştecihên ku li dijî vê pêkanînê derketin xwest ku malên xwe terk bikin. Ji berk u pêvajoya hiqûqî hê bi dawî nebûye nêzî 300 niştecihên mezrayan malên xwe terk nekirine û 25 roj in bê ceyran in.    BERTEKA BEDÊLA ÎSTÎMLAQKIRINÊ   Ji niştecihan Oral Dîdî, diyar kir ku ne diyar e kîngê bendav temam bibe û bi demsala zivistanê re xebatên lêkirina bendavê rawestiya ne û wiha got: “Vê zivistanê trafoyan ji hev xistin û birin. Dîrekan kirine rewşeke wisa ku nikarin bên bikaranîn. Trafoyên birîn ku me bi derfetên xwe vedaye jî ji hev xistin. Dixwazin em ji gund derkevin. Cihekî me yê ku pêde herin tuneye. Wê ewqqas mirov bi kuderê ve biçin?  Bi pereyên ku ne mal tên kirîn ne jî pê tên çêkirin. Em vê qebûl nakin. Ji ber wê em çûn dadgehê. Lê bi zextan dixwazin me ji gund derxin.”   ‘EM Ê MIRIYÊN XWE BIBIN KUDER?’   Alî Dîdîn jî da zanîn ku ji ber hatiye diyarkirin wê mal di bin avê de bimînin sewalkariyê nakin û ev tişt got: “Em neçar dimînin ku timik bi fikar rawestin. Bi pereyê ku ji erd û malên me re diyar kirine re, li bajar em tenê dikarin çend salan di kirê de bimînin. Em dixwazin mexdûriyeta me bê derbaskirin. Bi bendavê re wê goristanên em jî di bin avê de bimînin. Em hê jî miriyên xwe li vir vedişêrin. Em ê miriyên xwe bi kuderê ve bibin?”   ‘MAMOSTE JÎ MEXDÛR E’   Ji niştecihan Engîn Dîdîn jî bi lêv kir ku ji ber rewşa têde ne mamosteyê li mezrayê jî mexdûr bûye û wiha got: “Ji bo ku li ser înternetê perwerde bide neçar dimîne ku biçe navenda bajar. Meheke zarok nikarin tevlî dersên perwerdeya ji dûr ve bibin. Min zarokên xwe bir Qoserê. Dema ku ronahiyê didîtin matmayî man. Min nikaribû ji wan tunebûna ceyrana me vebêjim.”    MA / Ahmet Kanbal