Mezûnên Bogazîçiyê: Kelemçeya bi derî ve kirin darbe ye 2021-01-10 11:05:36   STENBOL - Mezûnên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li derveyî welat dijîn, bertek nîşanî kelemçekirina deriyê zanîngehê dan û gotin: “Ew kelemçeya ku bi deriyê zanîngeha me ve hat kirin weke darbeyeke li xweseriya li hemû zanîngehan hatiye kirine dibînin vê yekê qebûl nakin.”   Mezûnên Zanîngeha Bogazîçiyê yên li derveyî welat dijîn, derbarê tayînkirina rektorê qeyûm Melîh Bûlû de daxuyaniyeke nivîskî weşandin. Mezûnan, di daxuyaniya xwe de diyar kirin ku ew rêgezên ku senatoya zanîngehê diyar kirine diparêzin û wiha gotin: “Em geşedanên li welat û li zanîngehê bi fikar dişopînîn. Em bi dil û can piştevaniya xwendekarên Bogazîçiyê dikin"   Mezûnan, kelemçekirina deriyê zanîngehê bi bîr xistin û vê derbarê de ev tişt gotin: "Em ew kelemçeya ku bi deriyê zanîngeha me ve kirin weke darbeyeke ku li xweseriya li hemû zanîngehan hatiye kirin dibînin û em vê yekê qebûl nakin. Divê zanîngeh di bin zexta tu kes û saziyan de nebin. Em Melîh Bûlû vedixwînin îstîfayê û daxwaz dikin ku peywîra xwe radestî hîndekareke/î zanîngehê bike.”   Xwendekarên ku di binî daxuyaniyê de îmzeya wan hene li van welatan dijîn: “Emerîka, Almanya, Belçîka, Fransa, Hollanda, Avûstûrya, Avûstralya, Îngilistan, Danîmarka, Fînlandiya, Îtalya, Swed, Swîsre, Kanada, Norveç, Polonya û Sîngapûr.”