Ji ber xemsariya şaredariya AKP’ê kuçe talûkeyê belav dikin 2021-01-10 09:05:20   MÊRDÎN – Şaredariyê Artûklûyê li kuçeyan kevirên arnavût bicih kiriye û ev dibe sedema ku şêniyên bajêr bi pirsgirêkên binesaziyê re rûbirî bimînin û talûkeyê bi xwe re tîne.    Şaredariya Navçeya Artûklû ya Mêrdînê ku di bin rêveberiya AKP’ê de li kuçe û kolanên bajêr ji ber çêkirina xelet welatiyan aniye asta îsyanê. Li kuçeyên dîrokî yên taxa Savûrkapi kevirên arnavût hatine bicihkirin. Kevir ji cihê xwe dertên û dibe sedema welatî û wesayît zehmetiyê bikişînin. Welatî nikarin bi hêsanî herin û werin. Li kuçeyan ronî kêm e û ev sedema ziyana madî bigihîje wesayîtan. Welatî jî li kortik û tilman diqelibin û bi talûkeya ketinê re rûbirû dimînin. Şêniyên taxê li gel ji bo vê pirsgirêkê serlêdanî cihê pêwendîdar kirine jî lê heta niha ji bo wan çareserî nehatiye peydakirin.    XEMSARIYA ŞAREDARIYÊ    Ji şêniyên taxê Kadîr Atasoy anî ziman ku wan daxwazname daye şaredariyê û gotine “em ê werin çêbikin” jî lê ev salek û nîv e kuçeyên wan nehatine çêkirin. Atasoy da zanîn ku êdî hatiye wê astê ew nikarin di kuçeyên xwe de bimeşin û kevirên ji ber lastîkên wesayîtan dipekin zirarê didin wesayîtên wan û însanan. Atasoy anî ziman ku ji ber pekandina kevirê kuçeyê pompeya dîreksiyonê wî teqiyaye û ji ber vê yekê zirar kiriye û kevirên tûj dibin sedema teqandina lastîkên wesayîtên wan. Atasoy destnîşan kir ku tax û bajarê wan li gel cihek turîzmê ye jî kuçe nayên tamîrkirin û dîsa bang li şaredariyê kir ku pirsgirêka wan çareser bike.    TURÎST NIKARIN BIÇIN BIGERIN    Şêniyê taxê  Ridvan Kose jî anî ziman ku li gel kevirên kuçeyan ji şûna xwe derketine kuçeyên wan bê ronî ne û ew bi hêsanî nikarin biçin malê xwe. Kose destnîşan kir ku turîstên tên bajêr nikarin ji ber kuçeyên xerabeyî bigerin û ji ber vê yekê şêniyên taxê malên xwe vediguhezînin.    MA / Ahmet Kanbal