‘Xelk diçe fezayê, em mane li benda şebekeyê’ 2021-01-10 09:03:38   ŞIRNEX -  Li hin gundên Silopiya xwendekar ji ber nekişandina şebekeya înternetê nikarin bikevin EBA’yê. Welatiyên gund bertek nîşanî xemsariya rayedaran dan û gotin xelk diçe fezayê lê ew li bendê ne ku şebekeya wan bikişîne.   Li Tirkiyê û bajarên bakurê Kurdistanê ji ber vîrûsa koronayê (Kovîd-19) perwerdehiya rûbirû hat sekinandin. Perwerde bi rêya Tora Înformatîkê ya Perwerdehiyê (EBA) ya girêdayî Wezareta Perwerdehiyê tê dayîn. Xwendekarên dibistana seretayî û navîn li ser EBA TV'yê dikarin sûdê ji dersan bigirin. Her çiqas wek rêbaza çareseriya perwerdehiyê ev pergala EBA hat dîtin jî lê belê li gelek deverên bajarên bakurê Kurdistanê xwendekar bi pirsgirêkên perwerdehiyê re rûbirû ne.    Li gundên Bedrû, Taxyan û Gundhedîd ên girêdayî navçeya Silopiya ya Şirnexê şebekeya înternetê nakişîne. Ji ber nekişandina înternetê xwendekarên li gundan nikarin xwe bigihînin EBA’yê. Şêniyên gundan bertek nîşandana nekişindina şebekeye dan û gotin ku bi zanebûn binesaziya şebekeyê nayê çêkirin.    Li gundê Gundhedîd ê ku 10 kîlometre durî navçeyê ye, welatî bi salane heman pirsgirikê re rûbirû ne. Şêniyên gund diyar kirin ku di serdemeke wiha de nekişandina şebekeyê ne tesadufî ye.    'HER KES DIÇE FEZAYÊ, EM JÎ BENDA ŞEBEKEYÊ NE'    Ji gundiyan Suphî Unaç anî ziman ku di salên 90'î de li gundê wan ev pirsgirike tune bû û ev pirsgirêk bi zanebûn nayê çareserkirin û wiha got: “Li gundê me nêzî 400 mal hene. Pirsgirêka nekişandina înternetê ji xwe her tim hebû. Lê belê di vê sala dawî de ev pirsgirîke zêdetir bû. Em nedikarin bi telefonê bi kesî re biaxivîn û ne jî xwendekarên gund dikarin bikevin EBA'yê. Her tiştî bidin aliyekî, lê dema tiştek bi lez çê dibe em nikarin bi telefonê xwe bigihînin kesek û cihekî. Di gundê me de tu xet nakişînin. Tenê di mala me de 3 xwendekar hene. Yek ji van xwendekaran nikare bikeve EBA'yê. Ji roja perwerdehiya rûbirû hatiye sekinandin heta niha xwendekar nikarin bikevin EBA'yê. Xwendekar ji perwerdehiyê bêpar dimînin. Ji ber ku binesaziya înternetê li vir tune ye em nikarin xeta înternetê bikişînin malê. Dibêjin ji bo çareserkirina pirsgirika şebekeyê me xebat dane destpêkirin, lê tu xebatek tune ye. Em di sedsala 21'emîn de ne lê hêj em bi pirsgirêka înternetê re rûbirû ne. Her kes diçe fezayê, em jî li benda şebekê ne. Daxwaziya me ew e ku ev pirsgirêk heye bi lez û bez were çareserkirin."    'EM JI BO ŞEBEKE BIKIŞÎNE EM DIÇIN SER GIRAN’    Xwendekarê bi navê Ferhat Ayaz jî bal kişand ser pirsgirêka şebekeyê û diyar kir ku ew ji mafê herî mirovane bêpar in û wiha got:" Ez hatime vî temenî heta niha em bi vê pirsgirêkê re rûbirû ne. Di ketina gund de şebeke dikêşe, lê li nava gund nakişîne. Em gelek zehmetiyê dikişînin. Em nikarin bikevin tevlî dersan bibin. Em her roj diçin ser girên herî bilind ku şebeke bikişîne. Em dixwazin ku ev pirsgirêk were çareserkirin. Eger pirsgirêk neyên çareserkirin bêguman wê pirsgirêk derkevin. Lê hewldanek bi vî awayî tune ye. Qet nebe bila ji bo çareserkirina pirsgirêka binesaziyê xebatek bê kirin.”    ‘BILA EV PIRSGIRÊK WERE ÇARESERKIRIN’    Ji welatiyan Salîh Unaç jî da zanîn ku ne tenê li gundê wan li 5 gundên derdorê şebeke nakişîne û got: “Li mala me 4 xwendekar hene, lê nikarin bikevin EBA'yê. Pergala EBA'yê li gundê me derbas nabe. Yan bila dibistan bên vekirin, yan jî bila ev pirsgirîke were çareserkirin."   MA / Zeynep Dûrgût