Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa were ronîkirin û kujer werin darizandin 2021-01-09 13:46:48 STENBOL – Dayikên Şemiyê xwestin Komkujiya Basa ya 11 gundiyan ji aliyê JÎTEM’ê ve hatin înfazkirin were ronîkirin û ji bo darizandina kujeran jî edalet were temînkirin.    Dayikên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirse û bi daxwaza kujer werin cezakirin di hefteya 824’emîn de çalakiya heftane bi rêya online li dar xist. Dayikên Şemiyê vê hefteyê bal kişandin ser 11 welatiyên li navçeya Basa ya Şirnexê di 15’ê Çileya 1996’an de di dolmîşekê de hatin kuştin û şewitandin.   ‘DEWLETÊ ÎNFAZ PÊK ANÎ’    Emîne Kaya ya bavê wê Ahmet Kaya di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da beşdarî daxuyaniyê bû û diyar kir ku bavê wê ji aliyê dewletê ve hatiye înfazkirin, ew bi salan e li aqûbeta bavê xwe dipirse û ji bo kujer werin darizandin têdikoşe. Kaya got: “Li gel bavê min hat kuştin jî em aştiyê dixwazin. Em naxwazin kes were kuştin. Bi salan e em di bin zilmê de dijîn. Heta ku wê ev zilm berdewam bike? Em dibêjin êdî bes e.”    ‘BILA KES VÊ ZILMÊ NEBÎNE’   Piştî Kaya, hevjîna Halît Kaya yê di komkujiyê de jiyana xwe ji dest da Menîce Kaya û keça wê Hatîce Kaya axivîn. Hatîce Kaya bi bîr xist ku di komkujiyê de bav û apê wê jî di nav de 11 kes hatin înfazkirin û cenaze ji aliyê leşkeran ve hatine definkirin. Kaya anî ziman ku ew edaletê dixwazin û got: “Heta em sax bin, em ê li aqûbeta windayan bipirsin.”    Menîce Kaya ya 25 sal in li aqûbeta hevjînê xwe dipirse jî wiha got: “Em ê dest ji heq û têkoşîna xwe bernedin. Ez naxwazim kes bi vê zilmê re rûbirû bimîne. Heta ez saxbim ez ê têkoşîna xwe berdewam bikim. Me vê zilmê dît lê bila kesek din nebîne.”    TIRKIYE HAT MEHKÛMKIRIN    Daxuyaniya vê hefteyê ji mirovên Şemiyê Gulay Bakişkan xwend û bi bîr xist ku komkujiya Basa 25 sal li pey xwe hişt û raporên derbarê komkujiyê de hatine amadekirin ji bo edalet were temînkirin heta niha bêencam mane.    Bakişkan behsa hûrguliyên qewimandina komkujiyê kir û destnîşan kir ku laşê her 11 welatiyan jî şewitîne û veguherîne komirê. Bakişkan anî ziman ku bêyî xizm û gundî cenazeyan bi wecîbeyên olî oxir bikin ji aliyê leşkeran ve bi awayek komî hatine veşartin. Bakişkan destnîşan kir ku li Tirkiyê li gel hemû hewldanên darazê jî tu encam jê derneketiye û parêzeran bûyer veguhezandiye Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê û Tirkiye li wir hatiye mehkûmkirin.    'JÎTEM’Ê KIRIYE’    Bakişkan anî ziman ku piştî komkujî qewimî 13 sal şûn ve di sala 2009’an de ji wezîrên wê demê Adnan Ekmen gotibû ku komkujî ji aliyê JÎTEM’ê ve pêk hatiye û destê dewletê di nav de heye û xwestibû meqamên darazî lêpirsînek bi bandor birêve bibin.    ‘EM Ê NEDIN JIBÎRKIRIN’    Bakişkan destnîşan kir ku ew dixwazin komkujiya Basan were ronîkirin, edalet were temînkirin û ew ê qet vê komkujiyê nedin jibîrkirin.