'Du sal in nikarim keça xwe bibînim’ 2021-01-09 10:19:33 MÊRDÎN – Bavê Rozerîn Kalkan a girtî Îsmet Kalkan ji bo keça xwe got: “Ev du sal in nikarim keça xwe bibînim. Ev jî tecrîd e.”   Girtiyên siyasî yên PKK û PAJK'ê, di 27’ê Mijdarê de, bi armanca bi dawîkirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê ku 21 salin li Girtîgeha Îmraliyê ya Ewlehiya Bilnd a Tîpa F tê girtin û şermezarkirina binpêkirinên mafan ên di girtîgehan de zêdebûne, dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Çalakiya girtiyan, di roja 44’emîn de bi koma 9’emîn berdewam dike.   Yek ji girtîgehên binpêkirinên mafan lê diqewime jî Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Jinan e. Rozerîn Kalkan ji tebaxa 2016’an ve li vê girtîgehê tê ragirtin. Bi îdiaya “Endamtiya rêxistinê” 10 sal cezayê zîndanê li Kalkan hatiye birîn. Ew di çalakiya greva birçîbûnê ya di navbera salên 2018’an û 2019’an de li dijî tecrîdê jî cih girtibû.   ‘JI BO MAFÊ XWE DI GREVÊ DE NE’    Bavê Kalkan, Îsmet Kalkan destnîşan kir ku 5 sal in keça wî girtî ye û mesafeya Mêrdîn û Îzmîrê dirêj e ji ber bêderfetiyan û vîrûsa koronayê 2 sal in nikare biçe hevdîtina keça xwe. Kalkan anî ziman ku bi rêya telefonê dengê keça xwe dibihîze û ew binpêkirinên mafan ji wan re radigihîne û gotiye Dîdar Bozag û Ceylan Bozkurt ên li qawîşa wê dimînin li gel cezayê wan qediyaye jî nayên berdan. Kalkan destnîşan kir ku keça wî gotiye ji ber ew nexweşîna wê sewqa nexweşxaneyê hatiye kirin û piştî 9 roj di karantînayê de hatiye hiştin vê hefteya derbasbûyî dîsa wê anîne qawîşê û keça wî ji bo mafên xwe yên demokratîk ketiye greva birçîbûnê.    ‘DU SAL IN NIKARIM KEÇA XWE BIBÎNIM’    Kalkan bal kişand ser greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê û wiha got: “Tecrîd li tevahiya girtîgehan belav bûye. Tenê ne girtî di zîndanan de di bin tecrîda giran de ne. Malbatên girtiyan jî tên tecrîdkirin. Ez wek bavekî dixwazim her meh biçim keça xwe bibînim. Lê ev du sal in neçûme hevdîtina keça xwe. Ev jî tecrîd e. Dilê min birîndar e. Em neheqiyên li zîndanan qebûl nakin. Em ê li mafê xwe bigerin. Pêwîste raya giştî li dijî vê dengê xwe derxe. Em deng bidin dengê girtiyan û em xwedî li wan derkevin.”