Parêzerê nûçegihanê me Aslan: Dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin 2021-01-09 09:25:51 ANTALYA – Parêzerê nûçegihanê me Mehmet Aslan ê duh li Antalya hat girtin, Îslam Aslan diyar kir ku Mehmet Aslan ji ber nûçeyên derbarê girtîgehan de çêkiriye hatiye girtin û got: “Bi girtina van rojnamevanan dixwazin hibreya rojnamevaniyê ziwa bikin.”  Nûçegihanê me yê Stenbolê Mehmet Aslan di 5’ê çile de di çarçoveya lêpirsînek ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Antalya ve dihat birêvebirin, di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û ew biribûn Antalyayê. Aslan duh sewqî edliyê kirin û ji aliyê Dadgeha Cezayê Sulhê ya 6’emîn a Antalyayê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” biryara girtinê ya Aslan da.    XEBATÊN ROJNAMEVANIYÊ SÛC DÎTIN    Li Miduriyeta Polîsan a Antalyayê, li dozgerî û dadgeriyê xebatên rojnamevaniyê ji Aslan hat pirsîn. Aslan destnîşan kir ku mijarên kirine sûc ji hevdîtinên bi çavkaniyên nûçeyan ên di çarçoveya rojnamevan iyê de pêk tên û wiha got: “Ji bo ez pîşeya rojnamevaniyê bikim, 20 sal in ez dixwînim. Ev nêzî du sal in pîşeya rojnamevaniyê dikim. Ez beşdarî tu rêxistinek ne yasayî ne bûme. Tu girêdana min bi rêxistinek re nîne. Ev îdia û sûcdariyên we gişt ji ber xebatên min rojnamevaniyê ne. Min ne bi fermana rêxistinê van nûçeyan çêkiriye. Di vê xisûsê de tu delîl jî tune ne. Ez sûcdariyan qebûl nakim.”    'EZ Ê LI PEY HEQÎQETÊ BIM’    Piştî biryara girtinê Aslan di derketina edliyê de diyar kir ku ew ji ber xebatên rojnamevaniyê hatiye girtin û got: “Ez ê her li pey heqîqetê û rastiyê bimeşim.”    Li gorî daneyên rapora Komeleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DFG) di sala 2020’an de 79 rojnamevan hatine binçavkirin, 24 rojnamevan hatine girtin, 19 rojnamevan bi êrişan re rûbirû mane û hezar û 960 nûçe hatine astengkirin.   Di rojên ewil ê sala 2021’an de girtina rojnamevan Aslan jî bû ya ewil.    Parêzerê Aslan, Îslam Aslan têkildarî dosyeya lêpirsînê axivî û miwekîlê wî tenê ji ber xebatên xwe yê rojnamevaniyê hatiye girtin û ji bere w li ajansek kurd û muxalîf dixebite bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” hatiye girtin. Aslan anî ziman ku dozgeriyê ji roja ewil ve biryara nepeniyê daniye ser dosyeyê û li gel dozger tevahiya hûrguliyên dosyeyê lêkolîn kiriye jî lê dîsa dadger daxwaza dozger li ber çavan girt û biryara girtinê da.    'DIXWAZIN HIBREYA ROJNAMEVANIYÊ ZIWA BIKIN’    Aslan destnîşan kir ku miwekîlê wî Aslan ji ber nûçeyên derbarê girtiyên bi kovîdê ketine, neqilkirina girtiyan ku peyva “sirgûn” bikar aniye û nûçeya derbarê daxwazên girtiyên li Girtîgeha Sîlîvrî, nûçeya derbarê yasaya înfazê ya girtîgehan, nîqaşên “lêgerîna tazî” ya li Meclîsê û nûçeyên wek van wek delîltiya girtinê hatin nîşandan. Aslan anî ziman ku van delîlên wek “şênber” hatin nîşandan tevahî ji ber xebatên wî rojnamevaniyê ne û got: “A rast ev biryar ne xisûsek ji bo îro ye. Tenê ne bi miwekîlê min Mehmet Aslan ve sînorkirî ye. Ev biryar di heman demê de hewldana ziwakirina hibreya rojnamevaniya serbixwe û bêalî ye.”    MA / Hamdullah Kesen