Derbarê giliyê girtî de cara 2'yan biryara 'neşopandinê' 2021-01-09 09:08:28 OSMANIYE - Ferhat Demîrbaş ku 2 sal berê li Girtîgeha Osmaniyeyê gardiyanan û bijîşkê girtîgehê lê xistibûn, gilî kiribû. Lê belê her du caran jî derbarê gilîkirina wî de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Parêzera Demîrbaş dê careke din jî îtiraz bike.  Li Girtîgeha Osmaniye ya Jimare 1 a Tîpa T'yê gardiyanan û bijîşkê girtîgehê li girtî Ferhat Demîrbaş xistibûn. Demîrbaş jî giliyê wan kiribû. Lê belê piştî 2 salan derbarê gilîkirina wî de biryara "neşopandinê" hat dayîn. Demîrbaş, ji ber ku di 18'ê Îlona 2018'an de li ber gardiyanên ku li qawîşê li hevalên wî xistibûn rabûbû, gardiyanan ew biribûn odeya bisînger û gava ji bo tedawiyê wî biribûn revîrê, bijîşk jî tahde lê kiribû û gef lê xwaribû.    Piştî derbarê giliya Demîrbaş de biryara "neşopandinê" hatibû dayîn, Demîrbaş bi rêya parêzera xwe di 19'ê Adara 2020'an de cardin serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Osmaniyeyê dabû û dadgeriyê gotibû "lêkolîn baş nehatiye kirin" û biryara neşopandinê betal kiribû. Lê belê Serdozgeriya Komarê ya Osmaniyeyê cardin bi heman hincetan biryara "neşopandinê" da. Parêzera Demîrbaş dê cardin serî li Dadgeriya Ceza ya Sulhê ya Osmaniyeyê bide.    Dozgeriyê di biryara xwe de derpêş kiriye ku Demîrbaş li qawîşê hereketên bêdîsîplînê kiriye û ji ber ku ev liv û tevgerên wî hatine wê astê ku dê zirarê bide xwe, gardiyanan ew xistine odeya bisînger.    'QANÛNÊ BINPÊ KIR'   Parêzera demîrbaş Mehtap Sert, anî ziman ku dozger guhdariya şahidan nekiriye û careke din rapora bijîşkê revîrê esas girtiye û wî sewqî Saziya Tiba Edlî nekiriye.    Sert, anî ziman ku biryara duyem a dozgeriyê kopyeya biryara ewil e û got: "Heman hincet kopî kiriye. Biryara neşopandinê, asta hiqûqê dide der ku bê li Tirkiyeyê hatiye çi qastê. Dewlet guh li Dadgeha Qanûna Bingehîn, dadgehên cezayên giran û biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) nake. Vê carê jî dozgerên ku guh nadin Dadgerê Cezayê Sulhê jî derketin holê. Di hiqûqê de êdî rêgeza qanûn bêhikm e."    Sert, da zanîn ku dê cardin îtiraz bikin û got: "Em ê nehêlin ku ser îşkenceyê û muameleya xirab bê girtin."    MA / Hamdûllah Kesen