‘Delîlên lêpirsîna îşkenceyê ji holê tên rakirin' 2021-01-09 09:08:05 AMED - Li girtîgehê Mehmet Sidik Meşe, feleqe jî di nav de bi gelek awayî îşkence re rûbirû mabû. Bijîşkê ku derbarê wî de de rapor amade kiribû, di raporê de gotiye: "Ji ber bêxewiyê çavên wî werimîne." Parêzerên Meşe jî anîn ziman ku dozger bi helwesta xwe nîşan daye ku li hêla îşkenceyê cih digire û dixwaze delîlan ji holê rabike.   Li Girtîgeha Amedê ya Jimare 3 ya Tîpa T'yê di 1'ê Kanûna 2020'an de nêzî 15 gardiyan îşkence li girtî Mehmet Sidik Meşe kiribûn. Ji ber vê Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD), Baroya Amedê û parêzerê Meşe, Azat Taşkin jî ji bo delîl bên berhevkirin serî li Dozgeriya Komarê ya Amedê dabûn. Lê belê hat diyarkirin ku ji ber helwesta dozger, delîl ji holê hatine rairine.    GARDIYANÊN ÎŞKENCEKAR ÎFADE WERGIRTIN    Parêzer Taşkin, anî ziman ku gardiyanan di 1'ê Kanûnê de êrîş birine ser muwekîlê wî û piştî ku pê hesiyaye di 2'yê Kanûnê de çûye girtîgehê. Taşkin, bilêv kir ku zûzûka serî li dozgeriyê daye û xwestiye di çarçoveya "Protokola Stenbolê" de muwekîlê wî li nexweşxaneyeke bi rêk û pêk bê muayenekirin û rapor bê amadekirin. Taşkin, destnîşan kir ku lê belê dozger gotiye, heger bijîşkê girtîgehê qebûl bike wê muwekîlê wî li nexweşxaneyeke bi rêk û pêk bê muayenekirin û bi vî awayî daxwazên wan hatine redkirin. Taşkin, da zanîn ku rapor ji aliyê heyeteke serbixwe nehatye amadekirin û bal kişand ser skandala di dema raporê de. Taşkin, destnîşan kir ku ji bo lêpirsîna bûyerê gardiyanên ku muwekîlê wî îşkence kirine hatine peywirdarkirin û vê yekê wekî tiştekî "absurd" nirxand.    ‘RAPORA BIJÎŞK NE RAST E'    Taşkin, destnîşan kir ku yê ku rapora muayeneya edlî daye bijîşkê girtîgehê ye û bijîşk jî îkence ji nedîtî ve dîtiye. Taşkin, da zanîn ku li ser laşê muwekîlê wî şûna derban hebûne, lê belê bijîşk rabûye di raporê de gotiye ber çavên wî werimîne û ev yek jî ji ber bêxewiyê ye. Taşkin, bilêv kir ku di raporê de behsa derbkirinê û tahdeyê nehatiye kirin.    Taşkin, anî ziman ku piştî îşkenceyê bi roejkê zûzûka çûye girtîgehê, lê belê tişta di raporê de û tişta di zabitnameyê de ji hev pir cuda ne. Taşkin, destnîşan kir ku rapora bijîşk dûrî rastiyê ye. Taşkin, diyar kir ku ji ber îşkenceyê geşek deverên laşê muwekîlê wî werimîbûn û reş bûbûn û her wiha muwekîlê wî bi qasî 45 deqeyan jî di feleqeyê de maye.    Taşkin, bal kişand ser helwesta dozger jî û destnîşan kir ku lêpirsîneke çalak û bêalî nehatiye kirin. Taşkin, anî ziman ku doza 180 deqeyên qeydên kamerayê kirine, lê belê tenê 2 deqe qeydên kamerayê dane wan û ev qeyd jî tenê yên dema ku muwekîlê wî beriya îşkenceyê ji qawîşê derxistine.   Her wiha Taşkin, da zanîn ku piştî îşkenceyê gelek mafên muwekîlê wî jî hatine binpêkirin û got: "Pêşî wî ji qawîşa wî derxistine û birine qawîşek kes lê tune. Hat tecrîdkirin. Piştî ku me îtiraz kir wî birin qawîşek normal. Ji ber ku muwekîlê min bi min re hevdîtin çêkiriye, hin aktîvîte lê hatine qedexekirin. Piştî îşkenceyê hevdîtina bi telefonê lê qedexekirin."    ‘DELÎL JI HOLÊ TÊN RAKIRIN'    Rêvebira OHD'ê yê Şaxa Amedê Ozum Vûrgûn jî destnîşan kir ku delîlên di dosyeyê de bi awayekî pir aşkere ji holê hatine rakirin. Parêzer Vûrgûn, da zanîn ku derbarê bûyerê de wan û Baroya Amedê hevdîtin bi dozger re çêkirine û di hevdîtinê de dîtine ku dozge rbi helwesta xwe li hêla îşkenceyê cih girtiye. Vûrgûn, bilêv kir ku ji ber vê serî li HSYK'ê dane, lê belê heya niha derbarê vê serlêdanê de tiştek ji wan re nehatiye gotin.    BANGAWAZΠ   Vûrgûn, bilêv kir ku li Odeya BIjîşkan a Amedê giliyê bijîşkê girtîgehê kirine û derbarê îşkenceya li Meşe hatiye kirin de Rêxistina AF a Navneteweyî jî kampanyaya îmzeyê daye destpêkirin û ji bo vê kampanyayê bang li her kesî kir ku piştgiriya kampanyayê bikin.    MA / Mehmet Şah Orûç - Cahît Ozbek