Nûçegihanê me Aslan hat girtin 2021-01-08 16:28:02 ANTALYA - Nûçegihanê me Mehmet Aslan, ji ber nûçeyên ku çêkirine hat girtin. Gava Aslan ji edliyeyê derxistin, diyar kir ku ji ber kar û barên xwe yên rojnamevaniyê hatiye girtin û got: "Em ê tim bidin dû heqîqetê."    Di çaçroveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê de polîsan di 5'ê Çileyê de li Stenbolê avêt ser mala nûçegihanê me Mehmet Aslan û ew binçav kirin. Aslan, piştî 4 rojên di bin çavan de sewqî dozgeriyê hat kirin. Aslan li dozgeriyê tiştên pê tê tawanbarkirin red kirin.    ROJNAMEVANÎ HAT DARIZANDIN    Aslan, diyar kir ku hevdîtinên ku bi çavkaniyên nûçeyan re kirine û niha ji ber wan tê tawanbarkirin giş kar û barên rojnamevaniyê ne û got: "Ji bo rojnamevaniyê bikim 20 sal in perwerde dibim. Nêzî 2 sal in jî vê pîşeyê dikim. Li Ajansa Mezopotamyayê dixebitim. Tevli tu tiştekî dijqanûnî nebûme. Tu têkiliya min jî bi wan re tune ye. Tespîtên derbarê min de hemû yên derbarê karê min ê rojnamevaniyê de ne. Min ev tişt bi telîmata rêxistinê nekirine. Jixwe di vî warî de tu delîl jî tune ne. Ez van tiştên pê têm tawanbarkirin qebûl nakim."    Parêzerê Aslan Îslam Aslan jî bilêv kir ku muwekîlê wî rojnamevan e û agahiyên ji bo nûçeyan berhev kirine ji ajansa xwe re şandine û xwest muwekîlê wî bê berdan.    HAT GIRTIN    Piştî îfadeyê dozgeriyê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" aslan sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê ya Nobedar kir. Dadgehê jî bi heman îdiayê biryara girtinê da.    ASLAN: EM Ê TIM BIDIN DÛ HEQÎQETÊ    Nûçegihanê me Aslan li ber deriyê edliyeyê diyar kir ku ji ber kar » barên xwe yên rojnamevaniyê hatiye girtin û got: "Em ê tim bidin dû heqîqetê."    Aslan birin Girtîgeha Antalya ya Tîpa L'yê.