Tecrîd û greva birçîbûnê hat axaftin 2021-01-08 16:11:26   AMED - Di panela Rêxistina HDP’ê ya Amedê li dar xist de tecrîda li ser Ocalan û çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîdê hat axaftin.   Çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bidorveger a ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan girtiyan daye destpêkirin di roja 42’yemîn de berdewam dike. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê, derbarê tecrîd û çalakiya greva birçîbûnê de panel li dar xist. Di panelê de pankarta “Tecrîd sûcê mirovahiyê ye” hat daliqandin. Di panela ku moderatoriya wê Wekîlê Hevserokên HDP'a Amedê Îrfan Soner kir de Parêzerê Buroya Hiqûqê ya Asrinê Mazlûm Dînç, Parlementera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag û reveberên Komeleya 78’an Şeyhmûs Dokû û Ganî Alkan weke axivîner beşdar bûn. Rêveberên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA, Dayikên Aşitiyê û gelek partiyî jî beşdarê panelê bûn.    Di panelê de ewil rêveberê Komeleya 78’an Ganî Alkan axivî û dîroka çalakiya greva birçîbûnê vegot. Rêveberê komeleyê yê din Şeyhmûs Dokû jî derbarê çalakiya greva birçîbûnê ya Girtîgeha Amedê ya di serdema darbeya 12’ê Îlonê de vegerandin navenda îşkenceyê de axivî û got: “Mazlûm Dogan bi sê darikên niftikê çalakî li dar xist. Wan mirovan dixwest tiştekê vebêjin. Ew ezîma têkoşîna wê demê heta roja me hat. Girtiyên niha di çalakiya grevê de ne ji bo jiyaneke xweş dixwazin tecrîda li ser Ocalan û hemû civakê bê rakirin.” Dokû, qala girîngiya pêkanîna yekitiya netewî û têkoşîna bi hevre jî kir.    Vasiyê Ocalan ê ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrin Mazlûm Dînç jî diyar kir ku tecrîda girankirî ya ser Rêberê PKK’ê Abdulah Ocalan 21 sal in didome. Dînç, anî ziman ku mînaka tecrîda bi awayekî bê hiqûqî li Îmraliyê tê pêkanîn di cîhanê de tune ye û wiha axivî: “Înisiyatîfa Îmraliyê ne tenê di destê Tirkiyeyê de ye. Hêzên hegemon dixwazin fikrên Ocalan tasfiye bikin.”   Piştî van axaftinan panel ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.