Li girtîgehan bergirî tune ne: 76 girtî li heman qawişê tên girtin 2021-01-08 15:47:33   ANTALYA -  Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê, rapora binpêkirinên mafan ên girtîgehên Antalyayê aşkera kir û da zanîn ku di bin navê qawişên qarantînayê de 76 girtî li heman qawişê tên girtin.   Komîsyona Hiqûqê ya Şaxa ÎHD’ê ya Antalyayê, hevdîtinên xwe yên bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, Girtîgeha Tîpa E ya Antalyayê û Girtîgeha Tîpa L Alanyayê re kir rapor. Komîsyonê, rapora ku amade kiribû li avahiya xwe bi civînekê bi çapameniyê re parve kir. Di civînê de Endamê Komîsyonê Parêzer Hasan Kaya, rapora ku amade kiribûn, aşkera kir û destnîşan kir ku rapora wan ji hevdîtinên wan ên di navbera mehên mijdar û kanûnê yên sala 2020’an pêk tê.    ‘BERGIRIYAN NAGIRIN’   Kaya, bi lêv kir ku bi pandemiyê re binpêkirinên mafan li girtîgehan zêde bûne û ev agahî parve kirin: “Girtiyên ku diçin danişînan û nexweşxaneyan û kesên ku nû tên girtin, bêyî ku bergirî bên girtin wan dikin qawişên qarantînayê û 20 rojan di van qawişan de digirin. Bi vê mafê jiyanê yên girtiyan dikeve talûkeyê. Me tespît kir ku li Girtîgeha Tîpa E ya Antalyayê, 76 girtî li qawişa qarantînayê diminînin. Tedawiyên girtiyên nexweş nayên kirin.”   QOTAYA AVÊ   Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê, qotaya avê dest pê kiriye. Girtî heftê rojan dikarin bi 60 lîtreyî ava germ bigirin û pê serê xwe û kincên xwe bişon. Ji bo şûştina firaqan, paqijî û daşirê jî 150 lître ava cemidî didin girtiyan. Kesên nû tên girtîgehê lêgerîna tazî tê ferzkirin. Cezayê dîsiplînê didin girtiyên ketine çalakiya greva birçîbûnê. Kovar, rojname û pirtûkan asteng dikin. Nameyan nadin girtiyan û mafê ragihandinê yê girtiyan tên binpêkirin.”