Li ber HDP’ê kom bûn û çêrî esnaf kirin 2021-01-08 15:42:45   COLEMÊRG – Komek ku bi îdiaya zarokên wan revandine serê çiya li ber avahiya HDP’a Colemêrgê kom bûn û heqaret û çêr li esnafek ku xwest ber dikana wî negirin kirin.    Li Colemêrgê komek ji cerdevan û kesên nêzî AKP’ê tên nasîn bi îdiaya zarokên wan revandine ser çiya li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Bajêr a Colemêrgê kom bûn û daxuyanî dan. Polîsan bi maşîneyên zirxî hevkariya komê kirin. Vê komê piştî daxuyaniyê çalakiya rûniştinê li dar xist. Esnafek ji komê xwest ku ber dikana wî negirin. Li ser vê yekê hin kesên ji komê hewl dan êrişî esnaf bikin û heqaret û çêr lê kirin.    Di vê kêliyê de Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede yê li avahiya partiya xwe bang li malbatan kir ku biçin hundir û got: “Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çi ji destê me were em ê bikin.” Komê daxwaza Dede qebûl nekir û pişt re ji ber avahiyê çûn.