Polîsan 4 kes li Mêrsînê binçav kirin 2021-01-08 14:58:19   MÊRSÎN - Polîsan li Mêrsînê bi ser gelek malan de girt û 4 kes binçav kirin.    Polîsan bi fermana Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê li taxa Şevket Sumer a Akdenîza Mêrsînê bi ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de Îbrahim Erbek, Akif Aras û 2 kesên navê wan nehatin zanîn binçav kirin. 4 kesên ku polîsan ew binçav kirin birin Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê.