Ji bo çalakiya nobetê ya li Bogazîçiyê bang 2021-01-08 14:49:11   STENBOL - Xwendekarê Zanîngeha Bogaziçiyê, li dijî Melîh Bûlû yê weke rektorê qeyûm hat tayînkirin, ligel hemû astengiyan jî, dest bi çalakiya nobetê kirin.    Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, bi armanca şermezarkirina Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke rektorê qeyûm hat tayînkirin, dest bi çalakiya nobetê ya bênavber kirin. Xwendekaran xwestin berî dest bi çalakiya nobetê bikin li pêş Deriyê Başûr ê zanîngehê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. Lê polîsan bi hinceta qedexeya çalakî û bernameyan a mehekê daxuyanî asteng kirin.   Di navbera polîs û xwendekarên berî daxuyaniyê li ber Deriyê Başûr kom bibûn de, rageşî derket. Bi hezaran xwendekar û akademîsyenan, li Qada Başûr daxuyanî dan çapemeniyê. Polîsan destûr nedan ku rojnameger bikevin kampusa zanîngehê, çalakî û daxuyaniya xwendekaran bişopînin.    Di daxuyaniyê de, hat diyarkirin ku ger Bûlû îstîfa neke, wê çalakiya wan bênavber dewam bike.    Huseyîn Arîf, li ser navê xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê daxuyanî da û bal kişand ser yekitî, têkoşîn û serkeftinê. Arîf, diyar kir ku bi yekitî û piştevaniyê ewê hin zêdetir karibin li dijî zextan derkevin. Arîf di dewama axaftina xwe de wiha got: “Em hevalên xwe yên azad bûn silav dikin. Emê piştevaniya xwe ya li gel hevalên xwe yên dibin çavan de dewam bikin. Em ê li dijî qeyûmê tayînî zanîngehê hat kirin, hişmendiya qeyûm û îşkenceya li hevalê me hatin kirin, berxwedana xwe bilind bikin.”    HEYA SERKEFTINÊ BERXWEDAN   Arîf, di dewam axaftina xwe de wiha pê de çû: “Wê binçavkirin û zext bi tu awayî nekarin me têk bibin. Weke ku hemû kes jî dizane hîna rektorê qeyûm Melîh Bûlû û qeyûmên din paşva gav ne avêtine. Yên ku dixwazin qeyûman tayînî şaredariyan, zanîngehan û STO’yan bikin, çiqas ditirsin li holê ye. Lê emê bê rawestandin berxwedana xwe dewam bikin. Heya ku em qezenc bikin, em ê ranewestin.”   HEYA KU ZANÎNGEH AZAD BIBIN…   Arîf, da zanîn ku heya Bûlû îstîfa neke ewê dest ji berxwedana xwe bernedin û wiha bertek nîşan da: “Em bi hemû hevalên xwe yên xwendekar re li kampusên xwe berxwedana xwe bi rêxistin dikin. Heya ku zanîngeh azad bibin, rektor bi awayekê demrokatîk bên hilbijartin, emê piştevanî û berxwedana xwe ya li kampusan dewam bikin. Em qebûl nakin û emê dest ji têkoşîna xwe bernedin.”   DAXWAZÊN XWENDEKARAN   Xwendekaran, bi biryardarî gotin; “Zanîngeh ên me ne, wê bi me re azad bibin. Bijî piştevaniya xwendekaran.”     Xwendekaran di dawiya daxuyaniyê de, daxwazên xwe wiha rêz kirin:     “* Divê kesên hatin binçavkirin tavilê bên berdan.    *Divê Melîh Bûlû yê weke qeyûm hat tayînkirin û hemû roktor bi lezgînî îstîfa bikin.   * Divê, li hemû zanîngehan bi hilbijartineke demokratîk, bi daxwaza pêkhateyên zanîngehan rektor bên hilbijartin.”   Dûre xwendekaran din ava kampusê de, dest bi çalakiya nobetê ya bênavber kirin.