Malbat ji bo biçin Îmraliyê serî li dozgeriyê dan 2021-01-08 14:36:14 STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û girtiyên din ên li Îmraliyê bi boneya biçin Îmraliyê bi xizmên xwe yên girtî re hevdîtin bikin serî li Serdozgriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Ji malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlum Dînç, bi minasebeta sere salê bi Ocalan re hevdîtin bikin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan. Ji malbatên girtiyên din ên li Girtîgeha Îmraliyê birayê Omer Hayri Konar Alî Konar, birayê Hamîlî Yildirim Polat Yildirim û Xwişka Veysi Aktaş Melihe Çetin bi boneya xizmên xwe ziyaret bikin, bi rêya parêzeran serî li dozgeriyê dan.    Malbata Omer Hayri Konar û Veysi Aktaş, ji 15'ê Adara 2015'an heta niha di 5'ê Hezîran, 12'ê Tebaxa 2019'an û 2'ê Adara 2020'an bi xizmên xwe re hevdîtin kirin. Malbata Hamîlî Yildirim jî piştî birin Îmraliyê ji 15'ê Tîrmeha 2015'an heta niha di 5'ê Hezîran û 12'ê tebaxa 2019'an de hevditin kir. Piştî li Girava Îmraliyê şewat derket, di 2'ê Adarê de bi girtiyan re hevrîtin hatibu kirin. Lê ji ber nexweşiyê Hamîlî Yildirim hevdîtin nekirûbû.      Ocalan, piştî 21 salên girtî yekem car di 27'ê Nîsana 2021'an de bi malbatê re hevdîtin kir. Girtiyên din ên li Îmraliyê jî piştî 2015'an yekem car yekem car bi rêya telefonê bi malbatên xwe re axivîbûn.  Girtiyan heta niha tenê carekê mafê telefonê bi dest xistin. Piştre di 7'ê Îlonê de bi hinceta 6 meh ceza li girtiyan hatiye birîn û di 30'ê Îlonê de jî qedexeya malbatan serlêdan hatin redkirin.