Rojnamegeran hempîşeyê xwe Metîn Goktepe bibîr anîn 2021-01-08 13:48:54   STENBOL – Malbat, hempîşe û hevalên Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metîn Goktepe, di 25’emîn salvegera kuştina Goktepe de ew li ser Goristana Esenler Kemer bibîr anîn.    Komek rojnameger, nûnerên rêxistinên civakî û malbata Rojnameger û Nûçegîhanê Rojnameya Evrenselê Metin Goktepe ku polîsan 25 sal berê ew ketil kiribûn, li Goristana Esenler Kemerê bibîr anîn. Di bîranînê de malbata Goktepe, Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê Fatih Polat, Serokê Giştî yê EMEP'ê Ercument Akdeniz, Serokê Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyeyê (TGS) Gokhan Durmuş, Serokê DîSK Basın-Îşê Faruk Eren, Seroka Gieştî ya DÎSK'ê Arzu Çerkezoglu, Nûnerê RSF'ê yê Tirkiyeyê Erol Onderoglu, Malbata Berkin Elvan, Parlamenter û rêveberên HDP'ê, Parlamenter û rêveberên CHP'ê û gelek rojnameger amade bûn. Komê di biranînê de dirûşmeyên "Dinivîse dinivîse Metîn dijî", "Ji înadê re em hemû Metin in." berz kirin. Dîsa dowîzên “Bila rojnamegerên girtî bên berdan" û “Metîn namirin, Evrensel nayê bêdengkirin" vekirin. Komê di biranînê de qurnefil danîn ser gora Metin Goktepe.    Ewil Gerînendeyê Weşana Giştî yê Evrenselê Fatih Polat, anî ziman ku dema Goktepe nûçe dişopand polîsan ew binçav kir û wiha got: "Goktepe bi tundiya polîsan jiyana xwe ji dest da. Ji ber piştevaniyê kujer hatin darizandin û cezakirin. Gelek rojnameger hêj girtî ne. Em ê di şexsê Metîn de rastiyan bigînin gel. "    Serokê TGS'ê Gokhan Durmuş jî anî ziman ku piştî kuştina Goktepe 25 salin li Tirkiye azadiya çapemeniyê her ku diçe paşve diçe. Ronahiya ku Metîn û ên wekî wî pêxistin heta îro ronî dike.    Xwişka Goktepe Meryem Goktepe jî peyama dayika wî parve kir û wiha got: "Hûn Metîn ji bîr nakin. Ez li ku rojnamegerekî dibînim Ez metîn dibînim. Hûn hemû Metîn in."    Beşdarên din jî axaftin kirin û Goktepe bibîr anîn û soza şopandina doza Metîn dan.