Gelê Wanê li dijî tecrîdê rabû ser piyan 2021-01-08 13:36:41 WAN - Li Wanê polîsan mudaxileyî meş û daxuyaniya DBP'ê ya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd kir.    Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) xwest li Parqa Feqiyê Teyran a Wanê bi dirûşma "Niha dema yekîtiya neteweyî û pêkanîna azadiyê ye" daxuyaniya çapemeniyê li dar bixe. Polîsan daxuyaniyê dorpêç kir û destûr neda. Girsey dest bi meşê kir, polîsan di vê kêliyê de bi bombeyên gazê û ava şid mudaxileyî meşê kir.    Ji serê sibê ve polîsan Parkê dorpêç kiribû. Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Salîha Aydenîz û Keskîn Bayindir, parlamenterên HDP'ê û gelek kes hatin Parkê. Polîsan girseyê dorpêç kir û serê tevahiya kuçeyan girt.    GIRSE DEST BI MEŞÊ KIR    Ketin parkê ya welatiyan ji aliyê polîsan ve hat astengkirin. Welatî jî li kuçeyan kom bûn û bênavber dirûşmên "Kurdistan wê ji faşîzmê re bibe goristan", "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî yekitî" û "Zext nikarin me bêzar bikin" berz kirin. Welatî kêliyek dirêj li kuçeyan sekinîn û her kêliya ku çû girse qelebalixtir bû. Di navbera girseyê û polîsan de dem bi dem rageşî derket. Tu encam ji hevdîtina rayedarên amadekarên daxuyaniyê û polîsan derneket. Li ser vê yekê girseyê xwest heta avahiya Rêxistina HDP'ê ya Navçeya Rêya Armûşê meş li dar bixe.   Girse li gel berzkirina dirûşman dest bi meşê kir. Li devera Beşyolê polîsan bi bombeyên gazê û ava şid mudaxileyî girseyê kir. Girseyê bi berzkirina dirûşman bersiva mudaxileyê da û piştî demekê girse li ber avahiya HDP'ê kom bû.    Li ber avahiya HDP'ê Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk bi kurdî û Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz jî bi tirkî daxuyaniyê didin.