Ligel dorpêça polîsan jî, dest bi çalakiyê kirin 2021-01-08 13:24:59   STENBOL - Piştî ku xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê li dijî Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke rektor hat tayînkirin, biryara destpêkirina çalakiya bênavber dan, polîsan kampus dorpêç kirin.   Xwendekarên Zanîngeha Bogazîçiyê, li dijî şermezarkirina Melîh Bûlû yê AKP’î ku weke rektor hat tayînkirin çalakiya bê navber dan dest pê kirin. Xwendekaran dest bi kombûna li zaningehê kirin, lê polîsan jî ji saetên serê sibê ve kampus dorpêç kirin.   Polîsên ku deriyên zanîngehê yên Bakûr û Başûr bi bariyeran girtin, nasnameya kesên xwestin bikevin zanîngehê di lêgerînê re derbas dikin û nasnameyên wan kontrol dikin. Li gel hemû astengiyan jî, kombûna xwendekaran berdewam dike.