Tanrikûlû: Di meha kanûnê de 43 mafê jiyanê hatine binpêkirin 2021-01-08 13:04:17   ENQERE - Parlementerê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû Rapora Binpêkirinên Mafan a Kanûna 2020’an weşand. Li gorî raporê herî kêm 23 jin hatine kuştin û 240 kes hatine îşkencekirin.    Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Sezgîn Tanrikûlû Rapora Binpêkirinên Mafan a Kanûna 2020’an weşand. Li gorî raporê di meha kanûnê de herî kêm 43 binpêkirinên mafê jiyanê û 240 îşkence hatine tomarkirin. Di mehekê de zilaman herî kêm 23 jin kuştin e.   Di raporê de hat gotin cezayê girtîgehê ku dane Şaban Vatan ê bavê Rabîa Naz a 11 salî ku di nîsana 2018’an de bi awayekî gumanbar li navçeya Eynesîl ya Gîresûnê hatibû kuştin.    BIRYARA DMME'YÊ NEHAT SEPANDIN   Di raporê de qala biryara Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê (DMME) ku derbarê Hevserokê Giştî yê HDP’ê yê berê Selahattîn Demîrtaş cara duyemîn biryara berdanê dayîn û redkirina biryarê jî hat kirin.   HEZAR Û 342 ASTENGIYÊN RAGIHANDINÊ    Di raporê de hat diyarkirin ku di nava mehekê de li 9 rojnamegeran re cezayê girtîgehê û pere hatiye birîn û 8 rojnameger jî hatine binçavkirin. Di meha kanûnê de hezar û 342 caran qedexeyên ragihandinê anîne, ji ber îfadekirina ramanê 13 kes hatine binçavkirin û 2 kes jî hatine girtin. Ji 5 kesan re jî ji ber îfadekirina ramanê, cezayê girtîgehê û pereyan hatiye birîn.   87 KES HATIN BINÇAVKIRIN   Li gorî raporê di meha kanûnê de 13 rêveberên partî û şaredariyê hatine girtin. Di 18 çalakiyên ku polîsan mudaxele kir de 87 kes hatine binçavkirin û ji van 2 kes hatine girtin.   LI GIRTÎGEHAN MÛAMELEYA NEBAŞ   Binpêkirinên mafan ên din yên ku di raporê de cih digirin ev in: “Li girtîgehan 143 mûameleyên nebaş û îşkence hatin tespîtkirin. 5 rêveberên partî û şaredariyê hatine mehkûmkirin. Hejmara şaredarî û muxtariyetên ku qeyûm danîne ser jî 2 ne.”