Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat jiyana xwe ji dest da 2021-01-08 12:51:23   DERSIM - Neviyê Seyîd Riza, Rustem Polat ê li bajarê Mainz ê Elmanya rûdinişt di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da.    Neviyê rêberê serhildana Dersimê Seyîd Riza, Rustem Polat ê 70 salî ku li bajarê Mainz ê Elmanya dima di vê serê sibê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da. Zarokên Polat ji bo cenaze bînin Dersimê ketin nava hewldanan. Polat seranserî jiyana xwe li cenazeyê kalikê xwe Seyîd Riza û qûrbaniyên Dersimê yên hatine darvekirin û şûna gorên wan nayê zanîn geriya. Polat wiha gotibû: “Ez dixwazim biçim serdana gora kalikê xwe û li ser gora wî find pê bixim û duayan bikim.”