Ji nûçegihanê me Aslan xebatên wî yên rojnamegeriyê pirsîn 2021-01-08 10:36:31 ANTALYA - Îfadeya nûçegihanê me Mehmet Aslan ê 4 rojin li Antalyayê dibin çavan de ye, hat girtin. Aslanê xebatên wî yên rojnamegertiyê sûc hatin dîtin, li bendêye ku sewqî dozger bê kirin.   Nûçegihanê me Mehmet Aslan, di çarçoveya lêpirsîneke Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê bi rêve bir de, di 5’ê Çileyê de, li Stenbolê di serdegirtina malê de hatibû binçavkirin û heman rojê birin Antalyayê. Aslan li Şaxa Siyasî ya Miduriyeta Polîsan a Antalyayê tê girtin. Dozgerê lêpirsîna Aslan bi rêve dibe, ji bo dosyaya wî biryara veşartinê da.  Polîsan duh bi şev îfadeya Aslan girtin. Polîsan xebatên Aslan ên rojnamegertiyê jê pirs kirin û sûc dîtin.    Li bendê ye ku Aslan îro sewqî Edliya Antalyayê bê kirin.    Parêzerê Aslan Îslam Aslan, diyar kir ku muwekîlê wî ji ber xebatên xwe yên rojnamegertiyê hatiye binçavkirin û got: “Îfadeya wî jî di vê çarçoveyê de hat girtin. Dozger ji bo dosyeya wî biryara veşartinê da.”    Parêzer Aslan, da zanîn ku wê îro nûçegihanê me sewqî edliyê bê kirin.