Parastina Dehlên Valîdebagê: Daxwaz zelal e, dehl divê wekî dehlê bimîne 2021-01-08 09:09:08 STENBOL - Qada hêşîn Dehlên Valîdebagê, 21 sal in li dijî xetereya avakirina avahiyan têdikoşe. Endamên Parastina Valîdebagê, destnîşan kirin ku divê ev der wekî qada hêşîn bê parastin.  Dehlên Valîdebagê ku li hêla Anadolû ya Ewropayê ye, piştî Goristana Karacaahmetê qada herî mezin a hêşîn e. Lê belê 21 sal in li dijî xetereya avakirina avahiyan li ber xwe dide. Di salên 1990'î de ev qad ji îmarê re hatiye vekirin û di 16'ê Sibata 1996'an de ji hla Desteya Parastina Heyînên Çand û Tebîetê ve daxilî nav qada SÎT'ê bû. Lê belê piştî ku Şaredarê Uskudarê Hlmî Turkmen ê AKP'î daxuyand ku dê Dehlên Valîdebagê veguherînin "Baxçeyê Gel" cardin bû rojev. Endamên Parastina Valîdebagê bertek nîşanî vê yekê dan.    Yuksel Demîrtaş, anî ziman ku ev dehl ji hêla endamên xanedana osmaniyan ve hatiye bikaranîn û paşê wekî Qesra Adîle Siltan û di sala 1927'an de jî ji bo tedawiya weremê hatiye bikaranîn. Demîrtaş got: "Dehl, ji bo tedawiyê cihê hewaya paqij bû. Wê çaxê ji bo pêdiviyên nexweşan mirîşk û çêlek dihatin xwedîkirin û çandinî dihat kirin. Piştî darbeya 1980'yî gotin "ma wê dewlet çêlekan xwedî bike" û kadroyên wê betal kirine û desteka wê ya aborî jî kêm kirin."    XWDÎ FÛANAYEKE DEWLEMEND E    Demîrtaş, destnîşan kir ku di salên 1990'î de dest bi projeyên rantê hatine kirine, lê belê welatî li ber rabûne û gotine: "Ev der qadeke cemaweriyê ye, heger em xwedî lê denrekevin wê awayê wê yê xwezayî tune bibe."    Demîrtaş, diyar kir ku piştî têkoşîna hatiye dayîn di sala 1999'an de daxilî nav qada SÎT'ê hatiye kirin û got: "Piştî gel xwedî lê derket, nebû qurbana sermayeyê. Di sala 1998'an de ekosîstema wê hat lêkolînkirin. Hat dîtin ku faûna û floransa wê dewlemend e. Li vê derê 70 darên cuda hene. 13 jê temenê wan di ser 200 salî re ne. 8 hezar dar hene. Ji 2 hezar nebatên Stenbolê nêzî 200 cure jê li vê derê ne. Ev der cihê çûkên koçber e. Malovaniya nêzî 200 cureyên çûkan dike. Gava projeyên tên xwestin pêk bên, dê ji vê flora û faûnayê tiştek nemîne."    Demîrtaş, destnîşan kir ku ew li ber hemû projeyên ku zirarê didin faûna û floraya dehlê rabin û bitêkoşin.    TÊKOŞÎN   Fîgen Kuçuksezerê jî destnîşan kir ku li Stenbolê ji xeynî Dehlên Valîdebagê dehl nemane. Kuçuksezer, destnîşan kir ku têkoşîna ji bo parastina dehlê ji salên 1990'î ve bi awayekî demokratîk û xwecihî dest pê kiriye û ji wê çaxê heya niha didome. Kuçuksezer got: "Qada hêşîn divê wekî qada hêşîn bê parastin. Ji sala 2018'an ve projeya Baxçeyê Gel dixin rojevê. Gava ev der bibe Baxçê Gel em dizanin dê çi bê serê vê derê, lewma em li ber radibin. Têkoşîneke bi salan e heye. Li vê hewzeyê nêzî 70-80 hezar mirov dijîn. Gava ev mirov li pişta me bin, em ê karibin berxwedaneke mezin bidin der. Em ji bo rêxistinbûyîna vê dixebitin. Mirov hay ji qîmeta xwezayiya dehlan hene. Ji niha û pê ve jî ji bo xwedîderketina li Dehlên Valîdebagê divê gotina me yek be."   Kuçuksezerê bilêv kir ku divê têkoşîna xwe dorfireh bikin û daxwazên xwe bînin ziman û got: "Daxwaza me zelal e; dehl dê wekî dehlê bimîne. Ev daxwaza hemû kesên herêmê ye."    MA / Kadîr Guney