Jinên STO’yî: Em ê li dijî qeyûm têbikoşin 2021-01-08 09:08:09   AMED -  Jinan bertek nîşanî qanûna qeyûm tayinî rêxistinên civaka sîvîl bikin, dan û gotin: “Di pêvajoya OHAL’ê de gelek kes ji kar hatin avêtin, sazî û dezgeh hatin girtin. Niha jî dixwazin qeyûman tayînî rêxistinên civaka sivîl bikin.”   Bertekên li dijî qanûna qeyûm tayînkirina Rêxistinên Civaka Sivîl û xebatên wan sînordarkirin dewam dikin. Jinên STO’yî diyar kirin ku ev qanûn wê encamên cîdî yên neyînê bi xwe re bîne û dan zanîn ku ewê li dijî qanûna tayînkirina qeyûmna têkoşîna xwe mezin bikin.   'WESIYET’   Sekretera Giştî ya Komeleya Hiqûqnasên Ji bo Azadiyê (OHD) Gulan Çagin Kalelî, bal kişand ser qanûna tayînkirina qeyûman û wiha axivî: “Pêşnûmeya ji 43’yan pêk tê, armanca wê ya bingehîn ew e ku rêxistinên civaka sivîl dibin serweriya xwe de bigirine. Desthilatdariyê, piştî OHAL’ê, hîn zêdetir polîtîkayên xwe yên zextan danîn holê. Desthilatdarî dixwaze bi awayekê giştî Tirkiye û Kurdistanê bixe bin kontrola xwe. Ji ber vê yekê serî li rêbazên polîtîkayên ewlekariyê dide. Ji bo ku qeyûm bên tayînkirin raye hat dayîn. Di deama OHAL’ê de gelek kes ji kar avêtin. Sazî û dezgeh hatin valekirin. Niha jî dixwazin saziyên rêxistina civaka sivîl bigirin.”   'DI HIQÛQÊ DE CIHÊ WÊ TUNEYE’   Kalelî, da zanîn ku berî her tiştî divê pêdiviyên civakê li ber çavan bên girtin û wisan qanûn bên derxistin, lê niha ev yek berevajî bûye. Kalelî, dest nîşan kir ku desthilatdarî dixwaze tenê xwe biparêze û wiha bi dawî kir: “Desthilatdarî ji bo xwe bi parêze zemînê vê yekê bi qanûnan ava dike. Lê tu cihê vê yekê di qanûnan de tuneye. Çi dibe bila bibe emê xebatên xwe dewam bikin.  Emê her tim li qadan bin.”   'DIXWAZIN BÊDENG BIKIN’   Seroka Komeleya Jinan a Rosa Adalet Kaya jî, da zanîn ku ew ji sala 2016’an de ve temaşeyî fîlmekê dikin û wiha got: “Bi qanûnên li Meclîsê tên qebûlkirin, destkeftiyên jinan dikin hedef. Dixwazin hemû qadên fikir û ramanên azad pêş dixin, asteng bikin. Bi vê qanûnê dixwazin hemû rêxistinên civaka sîvîl ên li Tirkiyeyê, li gorî xwe dizayn û bêdeng bikin. Lê divê me li dijî vê yekê bi hevre tevbigerin. Emê heza xwe ji rêxistinbûyîna xwe digirin. Divê em piştevaniya xwe xurt bikin.”   'DIXWAZIN ÇANDA QEYÛM AVA BIKIN’   Endama Lijneya Rêveberiya Odeya Endezyarên Makîne Arîn Zumrut jî, diyar kir ku desthilatdarî dixwaze, tayînkirina qeyûman bike çand û wiha bertek nîşan da: “Pêdiviya mirovan bi mekanîzmayên edaletê heye. Mirov êdî dixwazin azad bibin. Ji ber vê dixwazin komeleyên xwe bi awayekê serbixwe bi rêve bibin. Ji xwe ya rast jî divê wiha be. Pêwîste ku hemû beşên demokrasiyê dixwazin bertek nîşanî vê qanûna hat erêkirin bibin. Em ê jî li dijî vê yekê dengê xwe bilindtir bikin.”