Wezîr dê heqê parêzerê kujerê Kemal Kûrkût razîne! 2021-01-08 09:07:32   AMED - Wezareta Karên Hundir dê heqê parêzertiya polîs Yakûp Ş. ê ku Kemal Kûrkût kuştibû razanîne.    Di Newroza sala 2017’an a Amedê de polîs Yakûp Ş., xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût qetil kiribû. Polîs Yakûp Ş. bi sûcdariya “qestî kes kuştiye” dihat darizandin û dadgehê ew beraet kir. Derket holê ku Yakûp Ş. ji bo heqê wekaleta parêzerê wî were razandin serî li Miduriyeta Giştî ya Polîsan daye. Dadeha Cezayê Giran a 7’emîn a Amedê ku di 17’ê mijdara 2020’an de polîs Yakûp Ş. beraet kir, ji Mdiuriyeta Giştî ya Polîsan xwest ku heqê parezertiyê were razandin.    Ev polîs piştî Amedê wezîfeya wî tayînî Miduriyeta Polîsan a Bûrsayê hatibû kirin. Miduriyeta Polîsan a Bûrsayê jî xwestiye rewşa polîs li ber çavan were girtin û vê xwestekê ji Wezareta Karên Navxweyî re ragihandiye. Miduriyeta Bûrsayê têkildarî mijarê ji Miduriyeta Polîsan a Amedê û Dadgeha Amedê derbarê polîs de agahî xwestin.    DÊ WEZARET HEQÊ PARÊZERTIYÊ RAZÎNE    Hat diyarkirin ku xwesteka ji bo heqê wekaleta parêzertiya Yakûp Ş. were razandin temam bûye û dê ev heq ji aliyê Wezareta Karên Navxweyî ve were razandin.