Hevşaredarê Êlihê nehat berdan 2021-01-07 15:05:41   ÊLIH - Yekemîn danişîna doza darizandina Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku qeyûm tayînî cihê wî hat kirin, hat dîtin. Şandeya dadgehê, biryar da ku girtina Demîr dewam bike.   Yekemîn danişîna doza Hevşaredarê Êlihê Mehmet Demîr ê ku qeyûm tayînî cihê wî hat kirin û bi îdîaya "Endamtiya rêxistinê" tê darizandin, li 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Êlihê hat dîtin. Danişîna Demîr dibin dorpêçek mezin de hat destpêkirin. Destûr nehat dayîn ku rojnameger, Rêxistina HDP'ê ya Êlihê, endamên meclîsa şaredariyê û nûnerên STK beşdarî danişînê bibin.    Malbata Mehmet Demîr, parêzerên wî, Parlamenterên HDP'ê yên êlihê Feleknas Ûca, Necdet Îpekyuz, Ruştu Tiryakî û Hevşaredara Êlihê Songul Korkmaz beşdarî danişînê bûn.    DAXWAZA PARASTINA KURDÎ   Demîr,  ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê bi SEGBÎS'ê beşdarî danişînê bû û xwest parastina xwe bi kurdî bike. Şandeya dadgehê biryara da ku wergervan bînin dadgehê. Du wergervanên hatin danişînê, îdîakirin ku ew kurdiya Demîr fêm nakin. Dadgehê biryara da ku wergervanek din bînin dadgehê. Wergervanê sêyemîn jî bi heman hincetê, nekarî axaftina Demîr werger bike. Demîr bertek nîşanî vê rewşê da û parastina xwe nekir.    Parêzeran dûre parastin kirin û îdîayên derbarê Demîr de red kirin. Parêzeran piştî parastinê xwestin ku muwekîlê wan bê berdan.    Dozger, piştre mutalaya xwe ya derbarê Demîr de,  pêşkêşî dadgehê kir û xwest girtina Demîr dewam bike.   Dadgehê piştî navberek kurt, biryar da ku girtina Demîr dewam bike û danişîn taloqî 20'ê Çileyê kir.