Aykol: Bi serdegirtina avahiya Kongreyê cîhanê hişyar dike 2021-01-07 12:50:17   ENQERE – Rojnameger Huseyin Aykol, diyar kir ku geşedanên li DYA'yê pêş dikevin, nîşaneya dema rêberên nêzîkatiya faşîst ji îqtîdarê dikevin, dikarin çi bikin e û wiha got: "Ev geşedanên li DYA pêş dikevin yek ji mînakên  ku cîhanê hişyar dikin e."      46’emîn Serokê DYA'yê Joe Biden piştî bi fermî bû Serokê DYA'yê alîgirên Donald Trump bi ser avahiya Kongreyê de girtin. Avahiya Kongreyê piştî 200 şûnde carek din rastî êrîşan hat. Têkildarî geşedanên li DYA'yê pêş dikevin Nivîskar û Rojnameger Huseyin Aykol nirxand.    Aykol, anî ziman ku Trump ji hin senetorên Cumhuriyetê bi hevî bû ku bi sedema li hin cihan hîle hatine kirin û ji nûve deng bê dayîn gav bên avêtin û wiha got: "Ev yek jî bi gumanek mezin dê li Kongreyê bihata redkirin. dihat payîn ku li Kongreyê niqaşek wisa kin dest pê bike. Trump bang li alîgirê xwe kir û li ber avahiya kongreyê kom kirin. Beşek alîgirê Trump ketin hundirê avahiya kongreyê û bi ser avahiyê de girtin. Ev mînak 200 salan şûnde carek din derket holê. Li DYA bi rastî yekem car bi vî rengî bi ser avahiya kongreyê de girtin. Li welatê me wekî mitînga kesên ocaxên nijadperest pêşengiyê bikin bû. Trump û alîgirê wî bi vê yekê dixwaze bêje, 'Di rastiyê de me hilbijartin bi dest xistibû, lê yên li hemberi me em asteng kirin. Ne wisa bûya teqez me hilbijratin bi dest dixist'. Bi vê yekê xwest moral bidin alîgirê Partiya Cumhuriyetçî. Lê di rastiyêde alîgirên Partiya Cumhuriyetçî dizanin ku Trump ne tenê zerar daye nîzama muessesê û dewleta DYA'yê zerar daye partiya xwe jî."    EV HÊZA DAWÎ YA TRUMP E   Aykol, da zanîn ku der barê Trump de di serî de nelirêtî û gelek dozên din hatine vekirin û wiha axivî: "Trump baş dizane ku ji ber cara duyemîn nehat hilbijartin dê çi bê serî wî. Trump ji bo ji van doz û darizandinê bireve, dixwest li ruxmê her tiştî cara duyem bibe serokdewlet. Ji ber vê yekê bi rêbazê ku heta niha nehatibû pêşkitin welat bi rêve bir. Niha jî ji bo bi vê rêbazê bi rêve bibe li ber xwe dide. Ez wisa bawer dikim ku ev hêz û barûda wî a dawî ye. Tevgera wî ya dawî ye. Li vir dê êdî serokatiya Biden îlan bikin. Tişta êdî Trump bike jî diviya bû heta niha Qesra Spî vala bike. Lê vala nekir û derneket. Herî dawî dikare heta 20'ê Çile li Qesra Spî bimîne. Wekî din divê vala bike û biçe. Trump dizane rojên dijwar li pêş wî ne."    Aykol, geşedanên li avahiya kongreyê pêş ket jî nirxand û got: "Ev geşedanên li DYA pêş dikevin yek ji mînakên  ku cîhanê hişyar dikin e. Li DYA Trump, li Brezilya Bolsenaro, li Macaristan Urban û wekî rêveberiya Polonya gelek rêveberiyên wekî vê yekê hene. Rêveberiyen wisa dema ji îqtîdarê diçin, nişan didin ku dê çi bikin. Ji ber vê yekê çûyîna Trump jî yek ji vê mînakê ye."    MA / Dîren Yurtsever